ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-12-2021
6 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şênî û endamên saziyan berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

- Ji fermandarên QSD`ê Egîd Qermox da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji êrişên dawiyê li ser navend û derdorê navçeya Eyn Îsayê, têkbirina armaî û îstiqrara bajarok, belavkirina tirsê û dagirkirina rêya M4 e. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

- Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb li Hesekê diyar kir ku hewldanên têkbirina yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçin û got: "Em yek civak in û bi hev re axa welatê diparêzin û bi hev re dimirin û QSD'ê nûnertiya me hemûyan dike." (BI WÊNE Û DÎMEN(.

- Hiqûqnas û cîgirê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî El-Îbrahî da zanîn ku berdewama siyasetên bêserûber ên dewleta Tirk li dijî girtiyên azadiyê nêrînê, di serî de jî rêber Abdullah Ocalan, nîşaneyeke eşkere ya hovîteya AKP’ê ye û divê sînorekê ji dewleta Tirk re têkildarî rewşa rêber Ocalan û hevalên wî ve were danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

KURDISTAN

- Serokê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas diyar kir ku bi berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê maska reş a dewleta Tirk û Erdogan ketiye û got "Gerîla tişta ku dijmin jê ditirse dike, ew jî azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN(.

  - Yek ji Dayikên Aştiyê yên li deriyê Sêmalka da zanîn ku redkirina PDK’ê ji peyama wan re nayê qebûlkirin û got "PDK’ê tu helwest nîşan da, rewşa dayikan û sekna wan li ser pirê bi saetan paşguh kir." ‎(BI WÊNE Û DÎMEN(.

- Welatparêz Îbrahîm Mehmûd ê ji Qamişlo diyar kir ku PKK azadiya gelan esas digire û got, PKK xistina "lîsteya terorê" bêbextiyeke mezin e, divê gelê Kurd vê yekê qebûl neke. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN(.

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê siyasî yê yemenî Abdullah Umer Bawezîr got, niha ji Kurd û Ereban nayê xwestin ku yekrêziya xwe ava bikin, lê belê divê yekitiyeke stratejîk ava bikin, ji ber dîrok û çarensûa wan hevbeş e û rastî xeteriyên hebûnê tên.(BI WÊNE)

- Rewşebîrên herêma Cizîrê da zanîn ku ligel êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, dewleta Tirk û hikumeta Şamê şerekî çapemeniyê yê hovane li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Demokratîk a (Rêveberiya Xweser) dimeşînin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN(.

JIN

- Lêkolînera misirî ya zanistên siyasî hedefgirtina dewleta Tirk ji jinên siyasetmedar ên Kurd re, nexasim ên parastina mafên Kurdan dikin, wekî hewldana têkbirina doza Kurdan bi nav kir, ji wan siyasetmedar Leyla Guven e. Li ser vê yekê bang li jinên li Tirkiyê û jinên Kurd kir ku têkoşîna xwe berdewam bikin. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

-Bi diruşma"Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" Tevgera Çand û Hunera Demokratîk 7.konferansa xwe li Navenda Aram Dîkran a li bajarê Rimêlanê li dar dixe. Saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

CIWAN

- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê, tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û bang li hemû ciwanan kir ku tevlî hemleya "Cenga Azadiyê" bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

ANHA