Dema gihaşt Efrînê ji aliyê çeteyan ve hate revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyekî ji şêniyên gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê dema ku gihaşt kantona Efrînê ya dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar.

Dema gihaşt Efrînê ji aliyê çeteyan ve hate revandin
5 kanûn, 2021   12:01
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Esed Mihemed Elî Heyder ê ji gundê Hemamê yê sînorî yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, dema gihaşt bajarê Efrînê revand û bir cihekî ne diyar.

Çavkanî destnîşan kir ku Esed bi hin belavokên li ser malperên medya dijîtal ên MÎT`ê û derewên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bandor bû û ji herêmên Şehbayê vegeriya bajarê Efrînê.

Çavkanî diyar kir ku dema Esed gihaşt bajarê Efrînê yekser ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hat revandin.

(cx)

ANHA