​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê de: Berxwedana gerîla lawaz nabe

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul di merasîma xiyabî ya gerîlayekî HPG'ê de peyamek ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Roj re şand û got: "Divê hûn bizanibin ku berxwedana gerîla ya ku zêdeyî 40 sal in dewam dike, lawaz nabe."

​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê de: Berxwedana gerîla lawaz nabe
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê de: Berxwedana gerîla lawaz nabe
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê de: Berxwedana gerîla lawaz nabe
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê de: Berxwedana gerîla lawaz nabe
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê de: Berxwedana gerîla lawaz nabe
5 kanûn, 2021   13:49
​​​​​​​HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Serhed Rojava merasîmek xiyabî li dar xist. Serhed Rojava 27’ê Îlonê di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk yên ji 23’ê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin de, şehîd bûbû.

Vê sibehê bi sedan pêkhateyên bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên sivîl kom bûn da ku beşdarî merasîma şehîd Ebdulrehîm Îbrahîm (Serhed Rojava) bibin ku li goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê bakurê Hesekê hate lidarxistin.

Beşdaran di merasîmê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Serhed Rojava û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayên HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, berz kirin.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hate lidarxistin. Piştre berdevkê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê li ser navê hêzên leşkerî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Şiyar Hesekê diyar kir ku piştî ku şehîd Serhed Rojava tev li refên YPG`ê bû, ji bo parastin û rizgarkirina axa Kurdistanê biryar da ku tevlî nava refên HPG'ê bibe û got: “Şehîd Serhed tev li karwanê şehîdên azadiyê bû.”

Şiyar Hesekê wiha lê zêde kir: "Erka me ye ku em armancên şehîdên xwe pêk bînin, da ku gelên herêmê di ewlehî û aramiyê de bijîn, hevgirtin pêk were û li dora projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ya xwe dispêre felsefe û îdeolojiya rêber Ocalan, kom bibin."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Zozan Gul jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya çeteyên Roj, tevî hemû çekên giran û kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, nikare berxwedana gerîlayan bişkîne.

Zozan Gul wiha dewam kir: "Gerîlayên HPG'ê di şerên herî dijwar ên li dijî dagirkeriya Tirk de îradeya xwe ya xurt ji berxwedana şehîdan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan girtin, yê ku bi dehan sal in li girtîgeha Îmraliyê têdikoşe."

Zozan Gul di dawiya axaftina xwe de peyamek ji dagirkeriya Tirk û alîgirên wê re şand û got: "Divê dijmin bizanibe ku berxwedana gerîla ya ku zêdetirî 40 sal in dewam dike, dê lawaz nebe. Her wiha dê nikaribin projeya van şervanên ku banga azadiya hemû gelan dikin ji holê rakin."

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rojda Ehmed, wesîqeya şehîd Serhed Rojava xwend û radestî malbeta şehîd kir.

(dx)

ANHA