Ji Sêmalkayê bang li gelê Başûr hat kirin: Bila xiyanet nekeve navbera me!

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalka ku di roja 62`an de berdewam dike. Şênî û endamên Meclîsa  navçeya Çilaxa ku îro beşdarî çalakiyê bûn, bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û gotin: “Bila xiyanet nekeve navbera me.”

Ji Sêmalkayê bang li gelê Başûr hat kirin: Bila xiyanet nekeve navbera me!
5 kanûn, 2021   11:33
QAMIŞLO

 Ji bo wergirtina cenazeyên gerilayên ku ji aliyê hêzên girêdayî PDK`ê ve hatibûn şehîdxistin ev 62 roj in çalakiya konvedanê a li dergehê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de didome.

Endamên Meclîsa navçeya Tirbespiyê ala berxwedanê îro radestî endamên Meclîsa navçeya Çilaxa kir. Bi dehan şeniyên navçeya Çilaxa ku piraniya wan ji pêkhateya Ereb in, beşdarî çalakiyê bûn .

Koma Çilaxa ji aliyê çalakvanên Tirbespiyê bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin. Çalakvan piştî meşê berê xwe dan dergehê Pêşxabûr û li wir kom bûn. Çalakvanan piştî deqeyeke rêzgirtin, daxuyanî dan. Li ser navê Meclîsa Navçeya Çilaxa Selam Ramo daxuyanî xwend û got: “Çalakiya me 2 meh li du xwe hiştin, daxwaza me hemiyan e ku em cenazeyên şehîdên xwe werbigrin. Divê hemû gel xwedî li şehîdên xwe derbikeve û ji bo wergirina cenazeyên şehîdên xwe bikevin tevgerê.”

BANG JI GELÊ BAŞÛR RE: BILA ÎXANET NEKEVE NAVBERA ME

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang ji gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin: “Divê gelê Başûrê Kurdistanê dengê me bike ku berpirsyartiya xwe li beramberî şehîdan pêk bînin û ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên me piştgirî bidin. Daxwaza me hemiyan e ku yekitî çêbibe û îxanet nekeve navbera Kurdan.”

Li ser navê çalakvanên Tirbespiyê ku çalaki dewrî navçeya Çilaxa kir hevserokê Meclîsa bajaroka Maşûqê Xoşnav Ferxo, spasiya çalakvanên Çilaxa kir û serkeftin ji wan re xwest.

Hêjayî birxistinê ye ku çalakiya konvedanê a li dergehê Sêmalka 5`ê Cotmehê bi armanca wergitina cenazeyên gerilayên ji Rojavayê Kurdistanê Şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve di encama kêmînê de şehîd ketibûn, tê lidarxistin.

Dûh jî cara sêyemîn ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê bersiv neda wan.

ANHA