Hêzên hikumeta Şamê herêmên gundewarên Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê îro gelek herêmên li çiyayên El-Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir û çeteyên dewleta Tirk jî navendên hêzên hikumetê yên li derdora El-Sermaniyê ya Seh El-Xab a gundewarên bakur rojavayê Hemayê kir hedef.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên gundewarên Idlibê topbaran kir
5 kanûn, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku herêmên El-Fetîra, Bênîn, Filêfil ên çiyayên El-Zawiye yên gundewarên başûrê Idlibê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk navendên hikumeta Şamê yên li derdora El-Sermaniyê yê Sehil El-Xab ê bakur rojavayê Hemayê bi kir hedef.

Duh jî çeteyên Fetih El-Mûbîn navendên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê yên li herêma El-Erbîx a gundewasrên rojhilatê Idlibê topbaran kir.

(bx)