Tehnon bin Zayêd dê sibe serdana Îranê bike

Dezgehên çapemaniyê ragihand ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îmaratê Tehnon bin Zayêd, li ser daxwaza fermî ya Îranê dê sibe serdana Îranê bike.

Tehnon bin Zayêd dê sibe serdana Îranê bike
5 kanûn, 2021   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Returs ku agahiyên xwe dispêrê dezgehên çapmaniyê ya Îranê diyar kir ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îmaratê dê sibe serdana îran bike û rêbazên berfirehkirina têkiliyên di navbera Ebû Zebî û Tehran de nîqaş bike.          

Returs her wiha diyar kir ku Tehnon Bin Zayêd ji aliyê sekreterê giştî yê meclisa neteweyî ya ewlehiya neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî ve hate vexwendin.

 (dm)