Xwendekarên zanîngehên Başûrê Kurdistanê daketin qadan

Îro bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Helebce, Ranye û Qeladizê çalakî lidar xistin.

Xwendekarên zanîngehên Başûrê Kurdistanê daketin qadan
5 kanûn, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendevan li ber derê zanîngehên xwe kom bûn û bê navber dirûşmeya "Em daxwaza mafê xwe dikin"qêriyan.

Tê payîn îro li seranserê Başûrê Kurdistanê xwendevanên zanîngeh û peymangehê rabin ser xwe û daxwaza dayîna xerca mehane bikin.

Heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê guh nedaya daxwazên xwendevanan.

Beriya 2 hefteyan li seranserê Başûrê Kurdistanê xwendevan rabibûn ser xwe.

Lê hikumetê bi binçavkirina xwendevanan bersiva daxwazên xwendevanan dabûn. Heya niha jî gelek xwendevan dibin çavan dene û çarenûsa wan nayê zanîn.