Panorama hefteyê: Zextên welatên rojavayî li ser Şamê

Hikumeta Şamê ji ber çekên kîmyewî û sûcên şer ku di salên dawî de bi kar anîn, li beramberî zextên rojavayî ye. Di hefteya borî de encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê hatin ragihandin û tê de Teyar El-Sedir li pêş e.

Panorama hefteyê: Zextên welatên rojavayî li ser Şamê
5 kanûn, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteyê borî behsa zextên li ser Şamê yên ji ber dosyaya kîmyewî, encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê û astengiyên li hember hilbijartinên Lîbyayê kirin.

‘ZEXTÊN WELATÊN ROJAVAYÎ LI SER ŞAMÊ YÊN JI BER DOSYA KÎMYEWÎ Û SÛCÊN ŞER’

Derbarê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Roja duşemê di civîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya li Laheyê de ji ber tawanbariyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, zextên nû li Rûsya û Sûriyê hatin ferzkirin. Gerînendeyê giştî yê rêxistinê Fernando Arias got Şamê heta niha têkildarî çekên xwe yên kîmyewî tu daxuyanî nedane û rê neda lêkolîneran ku li herêmên wê karê xwe bikin.

Sûriye, bikaranîna çekên kîmyewî red dike û diyar dike ku wan çekên kîmyewî yên li cem xwe li gorî peymana ku sala 2013`an tevî DYA û Rûsyayê hatiye îmzekirin, radest kirine ku ew peyman piştî êrişa ku hat texmînkirin tê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn û di encamê de hezar û 400 kes li Xûta Şamê hatine kuştin, pêk hatibû.

Fernando Arias di civînê de got: “Sûriyê heta niha tu tedbîr pêk neanîne.”

Li gorî Arias, Şamê heta niha rê nedaye lêkolînerên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku li herêmên Sûriyê lêkolînê bikin. Arias diyar kir ku ji bo nîqaşkirina binpêkirinan amadekariyên pêkanîna civînekê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re tên kirin.

Di heman demê de, Rûsya jî tê tawanbarkirin ku têkildarî jehrîkirina Aleksey Navalny di sala 2020`an de tu bersiv nedaye ku welatên rojavayî Kremlîn ji wê yekê berpirsiyar nîşan dabû.

Washington û London di dosyaya çekên kîmyewî de zextê li Moskov û Şamê dikin.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat her wiha behsa dosyaya sûcên şer ên li Sûriyê kir û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê ji bo nîqaşkirina sûcên şer li Sûriyê, civîneke taybet li dar xist.

Civîna roja sêşemê bi sponseriya Estonya, Fransa, Brîtanya û DYA`yê pêk hat, her wiha Kanada, Almanya, Gurcistan, Liechtenstein, Hollanda, Swêd û Tirkiye beşdar bûn.

Di civînê de hate piştrastkirin ku rejîma Esed berpirsê ji sedî 90 ji sûcên di 10 salên borî de li Sûriyê pêk hatine, ku di sedsala 21`an de sûcên herî hov in û wiha hate gotin: “Ya baş ew e ku hin kesên zirar dîtina îro li Almanya û welatên din ên Ewropayê hewl didin sûcdaran bidarizînin."

 ‘KOMÎSERIYA HILBIJARTINAN AIRAQÊ ENCAMÊN DAWÎN RAGIHANDIN’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê roja sêşemê encamên dawîn ên hilbjiartinan eşkere kirin. Ev jî piştî ku jimartina bi destan bi dawî bû, hate kirin û guhertineke biçûk di encaman de çêbû.

Serokê komseriyê dadger Celîl Ednan di civîneke çapemenî de got: "Guhertin li 5 parêzgehan de hate kirin; Bexda, Babîl, Nînewa, Kerkûk, Basra û Hewlêr."

Li gorî komseriyê, di hilbijartinan de Teyar El-Sedrî ji 329 daniştan 73 danişt wergirtine û ew li pêş e, bloka Teqedum a Sunî 37 danişt û Îtîlafa Dewleta Qanûn 33 danişt û PDK’ê 31 danişt wergirtine.

‘KESÊN JI PÊŞBIRKA SEROKATIYÊ HATINE DÛRXISTIN VEDIGERIN LÎBYAYÊ’

Derbarê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El-Beyan got: "Daîreya îtiraza hilbijartinan a dadgeha îstinafê li paytexta Lîbyayê serdana yekemîn ku ji aliyê serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe ve hatiye pêşkêşkirin, ragihand. Tê payîn ku roja çarşemê helwesta wê ji her du îtirazên dawîn re were eşkerekirin.

Li gorî çavkaniyan ji El-Beyan re eşkere kir ku hemû itîraz ji bo namzetiya El-Debîbe were betalkirin û derfetê dide wî ku tev li pêşbirka serokatiyê di 24`ê Kanûnê de bibe. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku piraniya îtîrazên berê jî hatine qebûlkirin. Duh jî hate ragihandin ku hin kesên ji aliyê komseriyê ve hatibûn dûrxistin, mîna Fethî Bin Şitwan, Osman Adem El-Besîr û Selama Îbrahîm El-Xûl, vegeriyane.”

ASTENGIYÊN MEZIN LI PÊŞIYA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Berî kêmtirî 20 rojan, gelek astengiyên siyasî, rêxistinî û ewlehî li pêşiya lidarxistina hilbijartinên serokatiyê derketine. Hêzên çalak ên civata navneteweyî ji ber bûyerên ku tên payîn di çend rojên bê de pêk werin bi taybet li rojavayê welêt, metirsiyên xwe rave kirin. Li aliyekî din Ixwan û hevalbendên wê li dijî hilbijartinan sor dikin.

Gelek rêveberên islama siyasî gef xwarin ku ew encamên hilbijartinan qebûl nakin û ev yek jî nîşan dide ku planeke ixwanan heye.

Lîbyayî li bendê ne ku roja duşemê, navên dawî yên namzetên serokatiya Lîbyayê werin eşkerekirin."