Hewldanên veşartina rastiyê bê encam man

Hewldanên veşartina rastiyê bê encam man
5 kanûn, 2021   01:16

ŞUKRU GEDÎK

Di 28'ê Mijdarê de me 43’yemîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir. Bi derketina PKK’ê re tu qîmeta gotinên şaş ên li ser Kurdan nema. Kurdî ji dengên “kart kurt” çêbûbû, jê re digotin "Tirkên çiyayî.” Li ser navê zanistê dereweke mezin çêkirin. Êdî qonaxa xweîsbatkirina Kurdan ji mêj ve derbas bûye.

Mijareke propagandayê ku dê di vê pêvajoyê de dê gelek caran bê bikaranîn, ji ber ku Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe, bê guman dê ji bo bidestxistina dengên Kurd be. Ew dê gelekî bipesinînin.

DEREW DEST PÊ DIKIN

Dîktatorê antî-Kurd Erdogan, dikare derewên 'em mîna goşt û neynûkê in, em bira ne, me qedexeyên li ser zimanê kurdî rakirin, me televîzyona kurdî ava kir, pirsgirêka Kurd çareser kir' li dû hev rêz bike. Dewlet Bahçelî yê faşîst ji vê yekê namîne.

Hilbijartin çi qasî nêz bibin, em ê peyva kurdî jî ew qasî bibihîzin. Gotina welatiyan a 'Ev der Kurdistan e' yekser di rojevê de ye. Bû sedema girtina wî. Wekî ku tiştekî pir ecêb gotiye, deng vedide. Lê belê cesareta wî hebû ku rastiyekê li rûyê siyasetmedarekî bibêje.

Di dibistanan de şoreşa alfabeyê û şoreşa ziman dihatin vegotin. Paşê teorîyeka ecêb hate afirandin. Di Wîkîpedîayê tê gotin: “Teoriya Zimanê Rojê teoriya zimannasiyê ye ku dibêje tirkî di dîroka cîhanê de yek ji zimanên pêşîn bû. Ev teorî di salên 1930'î de ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk ve hat destekkirin û pêşxistin, lê ji aliyê zimannasan ve nehat qebûlkirin û di demeke kurt de girîngiya wê nema.” Teoriyeke girêdayî înkarkirina zimanê kurdî bû.

DÎROKEKE TIJÎ BERXWEDAN

Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê bi tundî hatin ferzkirin. Li kolanan ji bo kesên ku ji bilî tirkî bi zimanên din diaxivin, cezayê pere dihat dayîn. Çi kirin jî nekarîn zimanê kevnar, çand, nasnameya Kurdan ji holê rakin. Dîrokeke tijî berxwedan heye. Demeke dirêj bê xwedî hatibe hiştin jî, bi qedexeyan pêşî lê girtibin jî, ziman û çanda kurdî xwe zindî hişt.

Her çend muzîka kurdî kiribin tirkî jî, dîsa jî qala Kurdan dike. Diziya çanda kurdî, bi tirkî wekî pîneyekî dimîne. Bê tehm, bê xwê, bê ruh dimîne. Ji ber ku bi asîmîlasyon û înkarê nikarîn bidin jibîrkirin û dê nekarin.

Nemaze eger îro xwedîderketin gihîştibe asta herî bilind, eger xwedî hêzeke birêxistinbûyî ya mîna PKK'ê ye, eger şerekî giran tê meşandin jî, ne pêkan e ku ziman û çanda kurdî tune bikin.

Hin kes jî li xwe mikur tên û rastiyê vedibêjin. Serokê berê yê Ulkucuyan Alaattîn Aldemîr wek îtirafkirina rastiyê bersiv da pirsên rojnamevana Tirk Nevşîn Mengu; “Kurd li vê erdnîgariyê beriya me hebûn. PKK’ê pirsgirêka Kurd dernexistiye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd heye, PKK derketiye" û wiha lê zêde dike; “Nexweşên kanserê bi aspirînê nayên dermankirin.”

Ev gotinên ulkucuyekî li gorî gotina “Heqê Sezar ji Sezar re” nêzîkatiyeke erênî ye. Bila ji ulkucuyên din re jî bibe mînak.

Dijminatiya li Kurdan, ziman û çandê di teorî û pratîkê de encam negirt. Her tim li Tirkiyê xwîn daye rijandin û hê jî dewam dike. Ji ber ku qîmetê nadin pirçandiyê, jiyana li Tirkiyê dike bifetise.

Bi rêya tirkbûnê hilberandina çandê jî ne pêkan e. Nêzîkatiyên despotîk, qetlîamker, qirker, înkarker, mêtinger, asîmîlasyonîst ên vîna siyasî ya li Tirkiyê rê li ber hilberandina çandê ya civaka Tirkiyê venake. Heta dev jê bernedin bi berçavkên hespan li Kurdan binêrin, pênase û çareseriya rast a pirsgirêkê çênabe.

HEKE KURD KÎNDARIYÊ NAKIN, SEDEMEKE XWE HEYE

Nîşaneyên nexweşiyên civakeke bêçand, bêedalet, bêexlaq her roj bi rengekî nû derdikevin holê. Mixabin civaka Tirkiyê bi vî rengî kirine, civak rizandina.

Nirxên exlaqî yên siyasetê nemane. Em vê yekê ji devê siyasetmedaran dibihîzin. Heqaretên girna li hev dikin. ‘Bêexlaq, bêbext, bênamûs, diz’ bûne gotinên sereke. Siyaseta gef û guran ji xwe re kirin çand.

Eger Kurdan rastî heqaretên bi vî rengî hatine lê dîsa jî dest ji zimanê lihevkirinê bernedaye, eger kîndariyê nakin, sedemeke vê yekê heye; kokên wan ên mirovî û nirxên çandî pir kûr in û berdewam dikin.

Eger li hemberî êrişên bi vî rengî ziman û çanda Kurdan dijî, ev yek ne tenê ji bo Kurdan girîng e, ji bo dijminan jî hînker e. Dikarin ji mêvanperweriya Kurdan gelek tiştan hîn bibin. Weke ku serokekê ‘ulkucu’ gotibû “Beriya Tirkan li vê xakê Kurd hebûn.” Yenî Tirk piştre hatin û dagir kirin.

Dewleta Tirk a faşîst niha jî bi ser hebûna Kurdan de diçe. Wekî ku rayedarekî leşkerî gotibû “Ez ê jin, zarok, kal û pîran bieciqîm û herim” Kurdên Rojava tên çewisandin, di êrişên rojane de mirov tên qetilkirin. Heta darên zeytûnê jî tên talankirin.

Ji vê barbariyê dîroka civakî nayê nivîsandin û çand nayê afirandin. Civaka Tirkiyê jî bûye qurbaniya vê dîktatorî û zîhniyeta mêtinger.

Hevrêyên serok Apo yên destpêkê Tirk bûn. Ev çand li Rojava wek paradîgmayekê dijî. Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û yên din di heman stranê de bi zimanên xwe li hev civiyan.

Hêza yekgirtî, çêker û pêşvebirê ya çandê, aliyê herî bingehîn e ku gelan li cem hev dihewîne. Çandan li ser vê hevgirtinê bi pêş dikevin. Ji bo gelan şanaziyeke herî mezin e ku Kurd pêşengiya vê yekê dikin.