Siyasetmedarek: Hevkarî û koordîneyeke rasterast di navbera Erdogan û DAIŞ`ê de heye

Siyasetmedar Burhan Şêx Reûf diyar kir ku hevkarî û koordîneyeke rasterast di navbera DAIŞ û hikumeta AKP`ê de heye û destnîşan kir ku armanca DAIŞ û dewleta Tirk tunekirina Kurdan e.

Siyasetmedarek: Hevkarî û koordîneyeke rasterast di navbera Erdogan û DAIŞ`ê de heye
5 kanûn, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Çeteyên DAIŞ`ê di hefteya borî de li herêma Kifrî ya Başûrê Kurdistanê gelek êriş li dijî pêşmergeyan pêk anîn, herî dawî jî di 2`yê Kanûnê de êrişek pêk anî. Çeteyan êrişî gundê Xidircêce yê di navbera parêzgehên Nînewa û Hewlêrê de kir. Di encamê de 13 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da, 5 pêşmege jî birîndar bûn. Her wiha 3 sivîlan jî jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî êrişê, siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Burhan Şêx Reûf wiha got: "DAIŞ û tevgerên wê yên terorî yên li dijî hêzên Kurd ranawestin, çi li dijî pêşmergeyan li Başûrê Kurdistanê û çi jî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Rojavayê Kurdistanê. Armanca sereke jî tunekirina hemû kurdan e."

Şêx Reûf diyar kir ku DAIŞ ji êrişên xwe yên dawîn hewl dide ku tevliheviyê li herêmê derxe û wiha domand:" Çareseriya herî guncav ji bo tunekirina DAIŞ û tevgerên terorîst ne rêbazên leşkerî ne, lê belê divê bi rêya lidarxistina civînan di navbera hêzên li herêmê heyî û rêyên siyasî bin."

Burah Şêx Reûf destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştevanê sereke yê DAIŞ`ê ye û wiha got: "Hevkariyek û koordîneyeke rasterast di navbera DAIŞ û hikumeta AKP`ê ya bi serkêşiya Erdogan de heye. Mînaka vê yekê jî dagirkirina Musilê ji aliyê DAIŞ`ê ve, girtina dîplomatên Tirk û piştre radestî Tirkiyê kirin e."

(şx)

ANHA