ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2021
5 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şêniyan berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li navenda çand û hunerê ya Şehîd Xabûr a li navçeya Sirînê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo civîna xwe ya salane li hola Efrîn a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cemal Sarîk ji kurê xwe yê ku tevlî refên çeteyên Roj bû re got: "Eger tu ji aliyê gerîla ve were kuştin, ez cenazeyê te nagirim." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji pêkhateyên Çerkes û Ereb ên Minbicê diyar kirin ku berxwedana gerîla êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê têk birin û got: "Berxwedana bê hempa ya gerîlayan a bi armanca rizgarkirina gelan ji zilmê bandor li tevahî gelên herêmê kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li ser herêmê, zarokên herêma Efrînê her sal bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Rêxistinên navneteweyî li hemberî rewşa bi hezaran koçber erka xwe bi cih nayinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê diyar kir ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê xaka Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û yekitiya xaka Sûriyê parast. Her wiha tawanên cihêxwaziyê yên li djiî Rêveberiya Xweser red kir.

CÎHAN

- Hikumeta Şamê ji ber çekên kîmyewî û sûcên şer ku di salên dawî de bi kar anîn, li beramberî zextên rojavayî ye. Di hefteya borî de encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê hatin ragihandin û tê de Teyar El-Sedir li pêş e.

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê filistînî Dr.Mahir Safî da zanîn ku li hember xeterî û êrişên li dijî herêmê avakirina hevbendiya erebî-kurdî pêwîstiyek e.

- Kurdolog Mehmet Bayrak destnîşan kir ku Plana Şerq Islahatê niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve li Efrînê  tê meşandin û diyar kir ku ev yek di heman demê de dewama polîtîkayên Osmaniyan ên talanker û neteweperest e.

- Siyasetmedar Burhan Şêx Reûf diyar kir ku hevkarî û koordîneyeke rasterast di navbera DAIŞ û hikumeta AKP`ê de heye û destnîşan kir ku armanca DAIŞ û dewleta Tirk tunekirina Kurdan e.

ANALÎZ

- Di 28'ê Mijdarê de me 43’yemîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir. Bi derketina PKK’ê re tu qîmeta gotinên şaş ên li ser Kurdan nema. Kurdî ji dengên “kart kurt” çêbûbû, jê re digotin "Tirkên çiyayî.” Li ser navê zanistê dereweke mezin çêkirin. Êdî qonaxa xweîsbatkirina Kurdan ji mêj ve derbas bûye.

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Xizmetguzariyên Pêşesazî ya Meclisa Sivîl a Reqa 3 pire ku gundewarê Reqayê bi bajêr ve girê didin, sererast dikin. Li gorî berpirsên projeyê, di nav mehan de wê xebatên sererastkirina pireyan bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA