Şandeya jinan a li Baskê serdana Mala Jinan kir

Şandeyeke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gerên xwe li herêma Baskê ya Spanyayê didomîne, serdana Mala Jinan a li bajarê Bringo kir.

Şandeya jinan a li Baskê serdana Mala Jinan kir
4 kanûn, 2021   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji endama Komîteya Têkiliyan û Hevbendiyên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed, Seroka Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê û Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Rewde Hesen pêk tê.

/ar/uploads/files/2021/12/04/182745_d55d373a-b533-4a48-9581-9bd7a051ebd0.webp

Şandeyê bi gelek berpirs û endamên Mala Jinan a bajarê Bringo yê herêma Baskê re civiyan.

Şandeyê xebatê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji endamên Mala Jinan Re nirxand. Her wiha li ser rola jinan a li Bakur û Rojhilatê sûriyê axivî.

Nûnerên Mala Jinan a Bringo bang kir ku divê têkiliyên di navbera jinên Bakur û Rojhilatê û herêma Baskê re werin xurtkirin.

(fr)