QSD'ê bersiva êrişên li ser Eyn Îsayê dan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê navçeya Eyn Îsa û derdora wê topbaran kir, QSD’ê di çarçoveya parastina mafên rewa de bersiva êrişan dan.

QSD'ê bersiva êrişên li ser Eyn Îsayê dan
4 kanûn, 2021   17:28
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî saet 11:00’an bi çekên giran gundê Seyda, rêya M4 û navenda navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirar gihaştin mal û erebeyên sivîlan, her wiha zirar bi Nexweşxaneya Omer Eloş a li bajêr jî çêbû.

Di çarçoveya parastina mafên rewa de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrişan da, şervanên QSD’ê li baregeha dagirkeran a li gundê Sêdar da û rûxand, her wiha li baregeha Kermaze ya li bakurê Eyn Îsayê da û wêran kir. Dagirkerî ji vê baregehê navenda navçe û gundên wê topbaran dikir.

(fr)

ANHA