Berdan Ozturk: Dema ku tecrîd rabe dê siberoja Tirkiyê jî ronî bibe

Hevserokê KCD'ê Berdan got "Heke gelê Kurd laşek be, ruhê wî laşî jî birêz Ocalan e. Dema ku tecrîd rabe û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rol û mîsyona xwe rabe, dê siberoja Tirkiyê jî ronî bibe.”

Berdan Ozturk: Dema ku tecrîd rabe dê siberoja Tirkiyê jî ronî bibe
4 kanûn, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ya dewleta Tirk serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ji bo bi muwekîlên xwe rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, red kir.

Di 29’ê Kanûnê de, Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku ji bo qedexeya hevdîtinê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan biryara dadgeriyê ya 12’ê Cotmehê wek sedema redkirina serlêdanan tê nîşandan.

Têkildarî redkirina serlêdana malbatê jî parêzeran diyar kir ku Desteya Dîsîplînê ya Gerînendetiya Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê biryara Lijneya Dîsîplînê ya 18'ê Tebaxê ya ji bo 'bêparkirina ji serlêdanan heta 3 mehan' wek hincet nîşan daye.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li dijî sîstema tecrîdê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê got: "Di vê pêvajoyê de yên teslîmiyetê ferz dikin, bi xwe astengiyeke mezin dikişînin. birêz Ocalan rê nîşanî her kesî daye. Ev rê, rêya diyalog û muzakereyê ye. Dema çareseriyên din derbas bûye."

Hevpeyvîna me ya bi hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk re wiha ye:

Di aliyê siyasî de wateya tecrîdê çi ye? Çima dewleta Tirk di tecrîdê de israr dike? Tecrîd li Tirkiyê çawa xuya dike?

Em nikarin tecrîdê ji pirsgirêka Kurd cuda bibînin, divê bi hev re binirxînin. Ji destpêkê ve dewleta Tirk xwe bi tunekirina gelê Kurd ava kiriye. Gelê Kurd ji  demekê anîn qonaxa îmhaya topyekûn. Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê ya qirêjî her tim li dijî gelê Kurd bi kar anî. birêz Ocalan ji bo gelê Kurd li ser pêyan bihêle, roleke mezin lîst. birêz Ocalan vîna bi milyonan Kurdan e. Gelê Kurd ji aliyê fîzîkî ve hebû, lê di vê bedenê de ruh tune bû. birêz Ocalan bû ruhê gelê Kurd. Paradîgma, fikir û pêşniyarên birêz Ocalan hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dikin.

Sîstemên emperyalîst, kapîtalîst jî vê paradîgmayê wek gefekê dibînin û li dijî girankirina tecrîdê dengê xwe dernaxin. Ruh û azadiya gelê Kurd bi vê sîstemê tê tecrîdkirin. Dixwazin hêviya gelê Kurd û daxwaza azadiyê tecrîd bikin.

Bi girankirina tecrîdê re dewleta Tirk biryar da li dijî gelê Kurd şer bike. Dema ku di Nîsana 2015'an de tecrîd giran kirin, bi biryara ku di civîna MGK'ê ya sala 2014'an de hate dayîn, plana jinavbirina gelê Kurd dan destpêkirin. Bi girankirina tecrîdê re dixwaze vê planê zindî bikin. Bi pêşengiya birêz Ocalan azadî, demokrasî û aştî hat pêşxistin, li aliyê din jî pergala dewletê pêşengiya têkoşîna li dijî aştiyê û berfirehkirina rejîma otorîter kir. Bi girnabûna tecrîdê re li Tirkiyê pirsgirêkên mezin çêbûn. Piştî vê pêvajoyê Tirkiye bi hilweşînê re rû bi rû ma. Îro Tirkiye di aliyê demokrasiyê û ekonomîk de xirabe ye. Tevahiya sîstema dewleta Tirk di nava 6 salên dawîn de şikestiye. Dewleta Tirk hem di polîtîkaya hundir hem jî ya derve de têk çû. Em tenê wek AKP-MHP'ê nabînin, hemû sîstem niha bi windabûnê re rû bi rû ye. Ev encam divê bi tecrîdê re werin nirxandin.

Ger mirov pêvajoyên ji dema pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an û heta 2015-2021’an bide ber hev, dîmeneke çawa derdikeve holê?

Tiştên ku di navbera salên 2013 û 2015'an de li seranserê Tirkiyê pêk hatin, di gelek waran de di çarçoveya demokrasî, aborî û mafên mirovan de bû sedema gav û guhertinên mezin. Gavên di vê pêvajoyê de hatin avêtin, hêvî da gel. Hêzeke mezin pê bawer bû û bi hêvî bû ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bibe. Rewşa aboriyê ya sala 2015'an û rewşa heyî jî gelekî ji hev cuda ne. Di vê çarçoveyê de divê mirov baş lê binêre ka pêvajo ji ku derê hatiye ku derê. Di wê demê de opozîsyonê karibû bi hêztir daxwazên xwe bîne ziman û dengê xwe derxe. Niha ew ji holê rakirine. Hêza ku îro jî li kolanan e û li ber xwe dide, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ne.

Xwestin têkoşîna jiyaneke birûmet û azad jî ku di nav 6 salên dawîn çêbû, tune bikin. Gelê Kurd di navbera salên 2013-2015'an de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Eger dewleta Tirk pêvajo xera nekiriba û bi hewldana tunekirina gelê Kurd re şer neda destpêkirin, dibe ku rewşa Tirkiyê niha cudatir bûya. Ev yek dê li Rojhilata Navîn jî belav bibûya. Lê ev yek pêk nehat û piştî vê êrişeke topyekûn li dijî Kurdan pêk anîn, komkujî û êrişên koçberkirinê dan destpêkirin. Ev pêvajo dê bi gelên hemû Tirkiyê bide windakirin. Birêz Ocalan di wê demê de dewleta Tirk hişyar kiribû ku heke ev pêvajo bê sekinandin, dê qeybên nû çêbin. Got ger xwîn jî birije, pêvajo dikare li ser maseyê bê çareserkirin û diyar kir ku pirsgirêka gelê Kurd wê bi muzakere û li ser maseyê dê çareser bibe, her wiha destnîşan kir ku divê ev şaşî bê bidawîkirin.

Aliyên siyasî çima bê deng in? Divê hemû saziyên demokrasî û azadiyê diparêzin jî li dijî tecrîdê bisekinin, lê li Tirkiyê ne wisa ye. Wek DTK ji bo bidawîkirina tecrîdê hûn ê xebatên çawa bikin?

Çi dibe bila bibe, tecrîd ji bo mirovahiyê rewşeke girîng e. Tecrîd îşkence ye û di hiqûqa navneteweyî de û di qanûnên Tirkiyê bi xwe de bi vî şiklî hatiye qebûlkirin. Dema mirov li kesên demokrasî û azadiyê diparêzin dinêre, dema mijar dibe tecrîda li ser birêz Ocalan, daxuyaniyeke bi tenê jî nadin. Ev yek nîşan dide bê ka çi qasî demokratîk û azadîparêz in. Ev bêdengî nayê qebûlkirin.

Biryara şer bû destpêka pêvajoya ku niha li Tirkiyê didome. Gelê Kurd berdêlê dide, lê belê hemû gelên li Tirkiyê dijîn di bin bandora şerê dewleta Tirk de ne. Dewleta Tirk bi vê sîstema şer hewl dide hemû qirêjiya xwe binixumîne.   Yên ku demokrasiyê ji ser zimanê xwe ranakin, yên dibêjin hiqûq û edaletê diparêzin, li dijî  tecrîdê gavekê jî naavêjin. Demokrasiyê ji bo aliyekî tenê dixwazin. Ev ne rast e û ev rêbaz pir şaş e. Ev nêzîkatî bi kêrî kesî nayê.

Em ne li bendê ne ku ev hêz fikrên birêz Ocalan biparêzin an jî hembêz bikin. Tevî ku dizanin tecrîd hem li Tirkiyê hem jî li qada navneteweyî di warê hiqûqî de îşkence ye jî, divê bertekên xwe nîşan bidin. Lê deng dernaxin. Dema mijar birêz Ocalan be, zîhniyetên faşîst dikevin dewrê. Wisa dibêjin, lê zîhniyeta wan bi pratîkî nîşan dide ku rewş ne bi vî rengî ye. Dema mijar Îmralî be, hêzên navneteweyî jî, CPT jî bê deng in. Ji sala 1999'an ve tecrîd di nava tecrîdê de dewam dike. Di vê çarçoveyê de tu gotin û gavên pratîk ên wan nîn in. Dibêjin ev sûcekî li dijî mafên mirovan e, lê ev tenê gotin e. Heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Bi vê pergala tecrîdê ya domdar çareserî nayê û ji bo Tirkiyê pirsgirêkên mezin çêdibin. Dema ku tecrîd were rakirin û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rol û mîsyona xwe bilîze, dê siberoja Tirkiyê jî ronî be.

Rojeva me ya bingehîn sîstema tecrîdê ya li ser birêz Ocalan e. Ji bo rakirina vê tecrîdê em ê bixebitin. Pirsgirêka Kurd jî dê bi rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan re çareser bibe. Di vê pêvajoyê de dê di nava rojevên me de be ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk, çareser bibe. Tekane muxatabê vê yekê birêz Ocalan e. Di 6 salên dawîn de dema Plana Têkbirinê xistin dewrê, gotin em ê serî bi Kurdan bidin tewandin. Lê belê di vê qonaxê de yên ku serî ditewînin, ew bûn. Yên ku ev pêvajo dan sekinandin, li pêşberî têkoşîna gelê Kurd xeniqîn. Yên dibêjin em ê biqedînin, tesfiye bikin, li ber tesfiyebûnê ne. Wek Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) gelek plansaziyên me yên çalakiyan hene.

Daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd di van salên dawî de zêdetir derketiye holê û li her dera cîhanê deng veda. Ev yek çi nîşanî me dide?

Divê em mînaka Rojava di vî warî de bidin. Rojava, bi berxwedan û qehremaniyeke dîrokî li pêş çeteyên DAIŞ'ê sekinî. Ev destpêka têkçûna DAIŞ'ê bû. Gelê Kurd di çarçoveya paradîgma û îdeolojiya birêz Ocalan de ev têkoşîn li Rojava li hemû qadên jiyanê sepand. Li ser vê esasê şoreşa Rojava xwe ava kir. Li Rojava ne tenê Kurd, hemû gelên Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen jiyanê ava dikin. Di warê demokrasiyê de lazim e mirov li yekitiya li wir binihêre. Hemû cîhan bêtir xwedî li vê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd derket.

Cîhanê bi vê berxwedanê re gelê Kurd bêhtir ji nêz ve nas kir. Di heman demê de şensek ji gelên cîhanê re çêbû ku pêşengê vê paradîgmayê û ramanê birêz Ocalan nas bikin. Îro kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ku ji aliyê sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê ve hatiye pêşxistin, ji aliyê her kesî ve tê parastin. Lê belê li Tirkiyê parêzvanên demokrasiyê, li dijî tecrîdê dengê xwe jî dernaxin. Birêz Ocalan ne şexsek e. Dema ku em li paradîgmaya wî û pratşka wî dinêrin, ew azadiya gelên cîhanê û Rojhilata Navîn diparêze. Gelên cîhanê vê paradîgmayê ji bo xwe wek hêvî dibînin û di vî warî de gavên cidî diavêjin.

Her wiha hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ku Tirkiye gihandiye asta hilweşînê, bi azadiya Ocalan pêk tê. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Di 6 salan de her kesî baş dît ku pirsgirêka Kurd bi şer û zextan çareser nabe. Bêyî birêz Ocalan pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û her ku diçe krîza li Tirkiyê kûrtir dibe. Bi milyonan dibêjin birêz Ocalan vîna wan e. Birêz Ocalan ne şexsek e, lê vîna gel e. Bêyî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd çênabe. Heke gelê Kurd laşek be, ruhê vê laşê wê birêz Ocalan e. Ew ti carî nikarin ji hev cihê bibin. Ne mimkun e ku mirov ji hev veqetîne.

Dixwazin tecrîdê girantir bikin û birêz Ocalan ji gelê Kurd dûr bixin. Lê ev ne mimkun e. Li qadên Newrozê gelê Kurd bersiveke mezin da. Ji bilî diyalog û muzakereyê tu rê û rêbaz nîn in. Gelê Kurd ne gelê Kurd ê sed sal berê ye. Gelê Kurd êdî xwedî hêz û têkoşîneke birêxistinbûyî ye. Tu hêz dê nekare vê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ji holê rake. Li dijî vê sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ji sala 1999'an ve rêberê gelê Kurd birêz Ocalan li ber xwe dide. Paradîgmaya birêz Ocalan a li dijî sîstema emperyalîst, kapîtalîst e ku niha di nava krîzê de ye û ji bo gelên cîhanê bûye hêvî. Pirsgirêka Kurd bi awayekî din nayê çareserkirin, berê gelek caran ceribandin, lê bi ser neketin.

Ev 6 sal e topyekûn êriş dikin, hemû hêza xwe seferber kirin, lê bi ser neketin. Di vê çarçoveyê de birêz Ocalan rê nîşanî her kesî daye. Ev rê diyalog û muzakere ye. Çareseriyên din êdî dema wan derbas bûye. ‘Ez ê qir bikim’, ‘tune bikim’, nêzîkatiyên bi vî rengî krîzê girantir dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd dê li Rojhilata Navîn û Tirkiyê rê li ber gelan veke. Rêyeke din nîn e.

ANHA