Newroz Uysal: Dewleta Tirk neçar e biryaran bi cih bîne    

Parêzer Newroz Uysal destnîşan kir ku li gorî asta hiqûqî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa di civîna xwe de divê li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan tespît an bang li dewleta Tirk kiriba û got “Îro dewleta Tirk neçar e ku vê biryarê bi cih bîne û gavekê biavêje.”

Newroz Uysal: Dewleta Tirk neçar e biryaran bi cih bîne    
4 kanûn, 2021   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji çavdêrîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e û her sê mehan carekê dicive, di navbera 30'ê Mijdar-2'yê Kanûnê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê civiya.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di bernameya taybet a ANHA de nirxandin.

Newroz Uysal diyar kir ku di 3 civînên komîteyê yên li pêşiya me biryarên bên dayîn wê bandorek li ser sekin û qanûnên dewleta Tirkiyê bike.

Newroz Uysal bal kişand ser fikarên der barê jiyana rêber Abdullah Ocalan de û got: “Tecrîda girankirî hatiye asteke wiha ku birêz Ocalan li wir e yan na? Birêz Ocalan dijî yan na? Encex em di rewşên awarte de dikarin agahiyekê ji birêz Ocalan wergirin.”

Têkildarî biryarên Konseya Ewropayê Newroz Uysal got: “Nakokiya herî mezin ew e ku 7 salan çima ev biryar li ber Komîteyê nebû rojev, Komîte bi zanebûn çima ev biryar sekinand?”

Di serî de Newroz Uysal, der barê girîngiya civîna 3 rojan a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de wiha axivî: “Konseya Ewropayê sazî û dezgehên xwe hene. Yek ji wan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ye ku li ser serlêdanên kesan li hemberî dewletan biryaran dide. Serlêdanên parêzerên birêz Ocalan ên DMME’yê bûbûn yek biryar. Di nav wan biryaran de xalek habû ku li Tirkiyê de cezayê mrebbet ê girankirî heye, kesên ku li hemberî dewletê sûcdar bên dîtin, heta mirinê dê di girtigehê de bimînin. Ev zagona dewleta Tirk li gorî peymana DMME’yê wekî sedema binpêkirina mafan hat dîtin.  Li ser wê jî biryara binpêkirinê têkildarî dewleta Tirk dane. Armanca avabûna vê komîteyê ew e ku li ser biryarên dadgehê hewcedarî li dewletê dibe yan nabe, li ser wê biryarê çi pêşveçûn, hewldan li qewimîne, hewcedariyên wê biryarê pêk hatine yan na, van tiştan bişopîne. Biryara birêz Ocalan jî piştî 2014`an çû pêşiya vê komîteyê. Ji bilî birêz Ocalan 3 kesên din jî, DMME’yê biryar da ku îro li Tirkiyê bi hezaran kes bi cezayên muebbeta girankirî re rû bir û ne. Divê ev demildest ji holê were rakirin. Di dawiyê de Komîteya Wezîran piştî 7 salan di civîna xwe ya yekemîn de ev biryar kire mijara nîqaşê ku cara yekem nîqaş li ser kirin. Ji bo wê girîngiya vê civînê heye.

Ji ber di mevzûata Tirkiyê de mekanîzmaya lêkolîna cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî tune ye, ev doz têkildarî pêşîlêgirtina miameleya xerab e, divê vê tespîta binpêkirinê hêviyekê nede serlêderan ku wê berdan pêk were û divê rayedarên neteweyî li gorî standartên ji aliyê dadgehê ve hatine diyarkirin, mekanîzmayeke lêkolînê ava bikin...

Wê biryarê em wek mafê hêviyê bi nav dikin. Di asta navneteweyî de divê hêviya kesekî di girtigehê de hebe ku rojekê azad bibe, bikare têkeve nav civakê. Lê belê di muebbeta girankirî de tiştek wiha nîn e ku heya mirine dê di girtigehê de be. Sedema wê çi ye? Birêz Ocalan dema bi komployê hat girtin cezayê îdamê dabûnê. Ev cezayê îdamê demeke dirêj li Konseya Ewropayê hatibû nîqaşkirin ku dewleta Tirk piştî birêz Ocalan ev ceza sekinand. Li gorî Konseya Ewropayê neçar ma ku vî cezayî bi cezayê muebbeta girankirî biguherîne. Wê demê li meclisa Tirkiyê hin nîqaş hatibûn kirin ku hin parlamenteran gotibûn “Em qebûl nakin ku Ocalan neyê îdamkirin.” Wê demê kesek li wir gotibû ku “Em îdam nakin lê em ê her roj îdam bikin.” Bingeha vî cezayî ew e ku ji bo birêz Ocalan hatiye û heta mirinê armanc dike. Hêviya azadbûne nade tu kesî. Ev ne tenê ji bo birêz Ocalan hat bikaranîn ku îro ji gelek kesan re ev ceza hatiye birîn. Ji bo hêviya azadbûna birêz Ocalan çênebe dewlet guhertinan di qanûnên xwe de çênake. Ger çêke birêz Ocalan di vê guhertinê de rasterast wê mafekî dest bigire ku dewlet tenê vî tiştî difikire. Dewleta Tirk vê mekanîzmayê wekî heye, qebûl dike. Lê belê Komîteyê got ‘mekanîzma di qanûna dewleta Tirk de tune ye ku ev tiştekî eşkere ye, divê tu di qanûnên xwe de guhertinekê çeke.’

Ev biryar 7 sal e di rojeva me de ye. Gelek caran ji bo guhertina qanûnê HDP û DBP’ê pêşniyar li meclisa Tirkiyê kirin. Lê belê ev pêşniyar jî hatin redkirin. Îro dewleta Tirk neçar e ku vê biryarê bi cih bîne û gavekê biavêje.”

Mekanîzmayeke çawa pêwîst e?

Ev tiştekî hem teknîkî ye hem jî gelekî girîng e. Ji ber ku dewleta Tirkiyê de hiqûq ne bi serê xwe ye. Mixabin hiqûq li gorî mafê mirovan û qanûn tevnagere. Taybetî li girtîgehan de gelek zext û zordariyên mezin hene. Kesên di girtigehê de mînak 15 salan carak divê li gorî mekanîzmayê bê berçav kirin. Ew kes cezayê xwe temam kiriye dikare têkeve nav civakê yan na, ew kes ji bo civakê xetereyê yan na, ev kes di girtigehê de demek çawa derbas kir li ser van bi awayekî li gorî mafê mirovan tevbigere. Birêz Ocalan ji bo dewleta Tirkiyê yan jî ji bo civaka Kurd û Tirkan ne xetereye. Berovajî wê birêz Ocalan ji bo civake hêviyek e. Îro birêz Ocalan li ser aşitiya civakê bû ye mînakek yan jî mûxetebekî herî mezin. Dema ev tişt berçav bê, objektif binêrîn divê ew kes azad bê berdan. Lê belê mekanîzmayek hin li dewleta Tirkiyê tine ye ku yekemîn em dixwazin guhertin çê bibe ku guhertinek ne li gorî hişmendiya dewleta Tirk a ku îro zagon û mekezagonan çê dike. Divê li gorî peyman û standartên dadgehê an jî Konseya Ewropa ev mekanizma çê bibe ku ne li gorî keyfa hiqûqa Tirkiyê çê bibe. Ev Komîte jî li ser vê mekanîzmayê bi awayekî bikaribin nîqaşê li ser `gelo ev mekanizma di cih de ye yan ne di cih de ye` bikin. 

DMME’yê tespît kiriye ku xala 3’yemîn a peymanê ya der barê şertên girtina piştî dema 17’ê Mijdara 2009’an de a doza Ocalan (No:2) binpêkirin tune ye. Berfirehiya xala 3`yemîn çi ye?

Li ser rewşa tecrîdê, girtina birêz Ocalan li Îmrali em gelek serlêdanan hem li Tirkiyê hem jî navdewletî bi taybetî DMME dikin. Komîte li ser rewşa birêz Ocalan a fizîkî û tecrîdê tu nirxandin nekir. Rastî em li bendê bûn. Lê belê dîsa jî li gorî asta hiqûqî divê li ser wê rewşê jî tespit an bang li dewleta Tirk hatiba kirin. Xala 3`mîn ewê ku di peymanê de mafê herî sereke mafê jiyanê ye û piştî wê jî mafê qedexekirina nêzîkatiyek dijî mirovahiyê yan jî eşkence ye. Bi tu şeklî nikarin li ser vê xalê binpêkirin bê kirin. Xaleke wiha diyar e ku em dibejin ev 7 sal çê bû ku xala siyemîn hatiye binpêkirin. Lê ev 7 salin ev biryar nekirine rojeva xwe de. Ev xala siyem hem ji bo mafê mirovan girîng e hem jî ji bo nepêşigirtina wê yekemîn ew rayadar berpirsyar in.

Dadgeh li ser serlêdana şertên girtinê mijûl e, ev şertên girtinê ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina Cezayê yan jî Miameleya Xerab a Dermirovahî û Îşkenceyê ya Ewropayê tê şopandin, di nav van şertan de der barê şertên girtîbûnê ya serlêderan de tu tedbîreke şexsî ne hewce ye...

Ev muebbeta girankirî di şexsê birêz Ocalan de hatiye guhertina wê divê bi vî şeklî çê bibe. Bi hezaran kes bi vê cezayê rû bi rû ne. Komîte dibejê em wekî xalekî gelenperî dibînin. Bi taybetî ne tene ji bo birêz Ocalan ji bo ev mekezagon bê guhertin ku ev binpekirinek gelenperiye, ne şexsî ye. Dewleta Tirk jî dixwaze vê pêvajoyê berdewam bike. 

Rayedar ji bo tedbîra li hemberî van binpêkirinên di biryaran de hatine tespîtkirin têra xwe agahî nedane û ji bo ku çarçoveya qanûnî li gorî standarên dadgehê pêk bînin, bang li wan hatiye kirin û hatine teşwîqkirin ku mînakên baş ên reformên dewletên din ên endam, sûdê wergirin.

Ev tişt ji bo dewletê tê gotin. Ji ber heya sala 2014`an biryara birêz Ocalan derketibû çend kes muebbeta girankirî xwaribû, çend kes wê heya 20,30 salan li girtigehê de bê ev wekî îstatîstîk li wezîra dadê de ji raya giştî re dihat parvekirin. Piştî ku biryara birêz Ocalan di sala 2014`an de derket şûnde dewleta Tirk din av îstatîstîka de ev agahî derxistin. Îro li Tirkiyê de çiqas kes muebbeta girankirî xwariya yan jî çiqas kes muebbeta girankirî xwariya ku heta heta li girtigehê de bê yan heya demekê şûnde wê derbikeve, dernekeve wekî hijmar em nizanin. Ji berk u dewlet vê vedişêre. Dibejê k udi dewleta min de tiştek wiha tine ye, Komîtê diaxipîne. Me jî hijmar daxwaz kiribû lê dewleta Tirk agahî nade me  û nedaye Komîtê jî.

Îro li Îngiltere û Macarîstanê guhertin pêk hatiye ku kesek hêviya azadbûna wan hebe mafê hêviyê dan wan kesan. Komîte dibejê ku me li pêşiya te jî hinek dewletan re biryar da bûn wan dewletan guhertin çê kiribûn. Dewleta Tirk jî dikare ji wan dewletan sûd werbigre kur ê nîşanî dewleta Tirk dike. 

Rayedar ji bo pêşketina pêkanîna tevdîrên giştî divê herî dereng heta dawiya Îlona 2022’yan agahiyan pêşkêş bikin.

Dibejê ku guhertinê çêke yan jî guhertinek çawa dê çêke, amade bike û heya wê demê ji min re bişîne. Dewleta Tirk dikare mehek din jî bişîne lê belê em dizanin ku dewleta Tirk wekî her dem heya dawiya demê jî wê bisekine. Wê guhertinek çawa çê bike em jî nizanin. Komîte 3 mehan careke civîna xwe lidar dixe. Li gorî wan nêzî 3 civînan dem dane dewleta Tirkiye ku guhertine çê bike. Lê belê nakokiya herî mezin ewê ku 7 salan çima ev biryar li hemberî Komîteyê nebû rojev, Komîte bizanebûn çima ev biryar sekinand? Ya herî girîng ji bo me ev e. Di van 3 civînên Komîtê de jî wê ev biryar werin nîqaş kirin. Di van civînan de çi biryar bên dayîn wê bandorek li ser sekin û qanûnên dewleta Tirkiyê de bike. Jib o wê jî em li benda ku heta civîna Adarê de ka wê çi bibe? Heya wê demê em jî wekî parêzerên birêz Ocalan hem li ser wan biryara hem jî li ser sekna Komîteyê serlêdanekî nû û raborekî nû pêşkêş bikin. Ev rewş wekî pêvajoyeke ye ku yekser ji hole ranabe. Ji ber ku dewleta Tirk divê qanûnê biguherîne û qanûn jî li gorî zagonên Tirkiyê li Meclisê tê guhertin. Îro di Meclisê de jî AKP û MHP hene ku ji hev xirabtirin ku koalîsyona şer li hemberî Kurdan dimeşîne. Heman demê di asta mafê mirovan de jî ne tenê jib o Kurdan bi her astî de jî dîrokek û kiryarên wan yên qirêj hene. Em li bendê ne ku guhertineke adil li gorî standartan çêbe.

Hûn li bendê bûn ku biryarên wiha derkevin?

Rast e. Li beramberî birêz Ocalan prosedur dereng hatiye pêkanîn. Ji bo wê derengbûyînê me dixwest wek zêde neyê dayîn ku ji xwe gelekî sekinîn û karê xwe bi cih neanîne. Navaroka biryarê tiştekî balkêş dernexist holê.

Dewleta Tirk gelek biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêk neanîn. Wekî biryarên ku ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala hatibûn dayîn. Ger van biryarên niha jî dewleta Tirk pêk neyne wê pêvajoyeke çawa dest pê bike?   

Li gorî peymanên wan endamekî Konseya Ewropayê neçarê ku biryara DMME’yê bi cih bîne. Ger bi cih neyne Komîte di civînên xwe de wê hinek hişyarî bide, rê nîşan bike, hinek dem bide wan. Di dawiyê de divê ew dewlet wan biryaran bi cih bîne. Heta endamtiya wê dewletê ji holê radibe. Lê belê Komîte li hemberî dewleta Tirk ev prosedur nedaye destpêkirin. Di biryara Osman Kavala de got wê prosedurê bi kar bîne, heta 19’ê Çileyê dem dan. Ev prosedur çi qas bandorî dewletê dike? Ya rastî nake. Tekiliyên Tirkiyê û Konseya Ewropayê diyar in. Gelek caran li ser pirsgirêka Kurd, kesên koçber, aborî di asteke siyasî de mixabin bi rê ve diçe. Ev komîte di bingeha xwe de siyasî ye ku ne tenê li gorî hiqûqê biryarê dide. Dewlet pişta hev digirin. Ger di siyasetê de ji hev aciz bin li dijî hev biryaran didin. Mixabin prosedureke cidî nade bikaranîn. Ev sekneke polîtîk a Ewropayê ye.

Gelek serlêdan ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re çêdibin. Lê yan agahî der barê hevdîtinan de nadin yan jî dereng dibersivînin. Hûn vê nêzîkatiyê çawa dibînin?

Li Îmraliyê ev 23 sal e mafê birêz Ocalan tu carî bi awayekî rojane, li gorî qanûnan nehatin bicihanîn. Li ser rewşa birêz Ocalan ya ewlehî û tenduristî her tim em bi guman in. Mixabin her ku çû rewşa tecrîdê kûrtir bû. Piştî 2015`an tu agahî ji birêz Ocalan nehat wergirtin. Hatiye asteke wiha ku birêz Ocalan li wir e yan na? Birêz Ocalan dijî yan na? Encex em di rewşên awarte de dikarin agahî ji birêz Ocalan wergirin. Mixabin cezayê disipline jî her 6 mehan carekê dubare dikin. Li ser tecrîda birêz Ocalan her çi qas asta nerazîbûnê zêde be jî ku di nava 23 salan de tiştekî diyar nîşan bûye; xwedîderketin û bertekên li dijî tecrîdê derî vekirine.

ANHA