Tevgera Azadî: Divê êrişa DAIŞ'ê ya Mexmûrê bê lêkolînkirin

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya duh a li gundê Xidircîce yê Mexmûrê şermezar kir û got: " Gumanên me li danûstandinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li wan herêman li gel wan terorîstan heye. Lewma daxwazê dikin ku parastina wan herêman were lêkolînkirin."

Tevgera Azadî: Divê êrişa DAIŞ'ê ya Mexmûrê bê lêkolînkirin
3 kanûn, 2021   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya duh a li gundê Xidircîce yê Mexmûrê ku têde 10 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da.

Tevgera Azadî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest wiha tê gotin: “Mixabin, şeva borî terorîstên DAIŞ’ê êrişî xwînî ya hovane li ser pêşmerge û xelkê sivîl ê herêmê pêk hatî û ji ber şehîd û birîndar çêbûn. Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin. Her wiha rasterast hikûmet û hêzên ewlehiyê yên wê herêmê rexne dikin ku di parastina xelkê wê herêmê de xemsar in.  Gumanên me li danûstandinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li wan herêman li gel wan terorîstan heye. Lewma daxwazê dikin ku parastina wan herêman were lêkolînkirin. Parlamento van karasatan lêkolîn bike.”