Gerîlayê HPG'ê Hozan Kato li Dirbêsiyê hate bibîranîn

Li navçeya Dirbêsiyê ji bo gerîlayên HPG'ê Egîd Biro (Hozan Kato) merasîmeke hate lidarxistin.

Gerîlayê HPG'ê Hozan Kato li Dirbêsiyê hate bibîranîn
2 kanûn, 2021   14:53
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ji bo gerîlayê HPG`ê Egîd Biro (Hozan Kato) yê ku di 8`ê Cotmehê de li herêma Avaşînê şehîd bûbû, merasîmeke li dar xist.

Merasîm li ber mala şehîd a li navenda navçeyê hate lidarxisitn, bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî tev li merasîmê bûm.

Şênî  bi wêneyên şehîd Egîd, alên HPG'ê û bi berzkirina diruşemyên silavkirina berxwedana gerîlayan û dilsoziya bi şehîdan re herikîn cihê merasîmê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xatîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd Egîd Bero re xwest û got: “Divê dijmin bizane ku bi sedan mîna Egîd hene ku li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û hewl didin armancên şehîdan pêk binin.”

Her wiha Mihemed Xatîb destnîşan kir ku berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê hemû teknîkên leşkerî yên dewleta Tirk şikandin.

Paşê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya navçeya Dirbêsiyê Berxwedan Amûde axivî û hemû şehîdên azadiyê û rûmetê bi bîr anîn û got: “Gelê Kurd xwedî dîrokeke demdirêj a berxwedan û serhildananê ye. Ji ber wê axa xwe heta roja me ya îro parast.”

Berxwedan Amûde wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê, digot wê Tevgera Rizgariya Kurdistanê di demeke pir kin de tune bibe. Lê ev berxwedan ji 44 salan ve bi saya fedekariyên şehîdan û fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan berdewam e û li cîhanê bûn mînaka destanan.”

Di merasîmê de apê şehîd, Selah Bero axivî û got şehîd Egîd li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan di hemêza malbateke welatparêz de mezin bûye, tev li nav refên gerîla bû û şehîd bû.

Selah Bero wiha berdewam kir: “Şehîd Egîd xwedî rihekî şoreşgerî bû, her tim dixwest gelê Kurd azad bibe û bi rûmet bijî.”

Di dawiya merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rizgar Hac Elî wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Nasnameya şehîd wiha ye:

 Nasnav: Hozan Kato

Nav paşnav: Egîd Biro

Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê

Dayik-Bav: Fatma-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

 (şx)

ANHA