Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyan ji herêma Baskê re dişîne

Komîteya Koçberên Serêkaniyê 3 name ji hikumet û parlamantoya Baskê û partiya siyasî ya sereke li wir re şand. Di nameyan bal hate kişandin ser sûcên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyan ji herêma Baskê re dişîne
2 kanûn, 2021   14:32
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê yên li Serêkaniyê û azarên şêniyên ku ji ber kiryarên wê hatine koçberkirin, berdewam dike.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di 9'ê Tîrmeha 2021'an de  hate avakirin. Komîte piştî komxebateke berfireh li bajarê Hesekê ku 250 koçberên Serêkaniyê beşdar bûn, hate avakirin.

Komîteyê, 3 name ji hikumeta herêmî ya herêma Baskê, serokatiya parlamantoya herêma Baskê û serokatiya Partiya Çepa Niştimanî ya Baskê re şand.

Li gorî berprisên Komîteya Koçberên Serêkaniyê, her sê name dê bi rêya şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li herêma Baskê ji herêma Baskê re were şandin.

Li gorî berpirsên komîteyê, di nameyê de bi hejmaran sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên du salan li herêma Serêkaniyê hatin belgekirin. Her wiha bang li aliyên têkildarî re tê kirin ku van sûcan rawestînin û garantiya ewle ya vegera koçberan li warê xwe bide.

Tê payîn ku di çend rojên bê de ev nama dê radestî şandeya jinan a ku serdana herêma Baskê heye, were kirin.

ANHA