Li Efrînê qirkirina xwezayê berdewam e

Çeteyên dewleta Tirk  a dagirker li navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî zêdetirî 750 dar birîn.

Li Efrînê qirkirina xwezayê berdewam e
2 kanûn, 2021   15:08
ŞEHBA

Çavkaniyê ji navçeya Mabata da zanîn ku çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" yên girêdayî dagirkeriya Tirk li navçeya Mabatayê zêdetirî 750 dar qut kirin.

Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê di 20’ê Çileya 2019’an de dagir kiriye zêdetirî 500 hezar dar qut kirine.

(fr)

ANHA