Şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin bibîraîn

Meclisa Navçeya Til Rifet bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Til Rifetê di salvegera duyemîn de bi bîr anîn û bang li civata navneteweyî kir ku sûcên dagirkeriya Tirk rawestîne.

Şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin bibîraîn
2 kanûn, 2021   14:29
ŞEHBA

Îro (2’yê Kanûnê) salvegera duyemîn a komkujiya li navçeya Til Rifetê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anînbû û di encamê de 8 zarokên Efrînê yên koçber şehîd bûn.

Bi dehan şêniyên navçeya Til Rifet, di nav de endamên meclis û yekitiyên sivîl, wêneyên şehîdên komkujiyê hilgirtin û li çerxerêya Komkujiya Şehîdên Til Rifet, kom bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Navçeya Til Rifet Zeyneb Silêman ve hate xwendin û bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Mihemed Bîlal ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Bi navê şêniyên Efrîn û Şehbayê em tevahî şehîdan û bi taybet şehîdên komkujiya Til Rifetê ya ku di 12-2-2019`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate kirin, şermezar dikin. Dewleta Tirk sivîl û zarok bombebaran kirin, ku di encamê de 10 kes şehîd bûn, ku 8 ji wan zarok bûn. Heta niha jî gefên dewleta Tirk berdewam in û ji bo dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû rêbazên koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk pêk tîne."

Em şêniyên Kurd û Ereb ên ku bi darê zorê koçberî Til Rifetê bûne, êrişên dagirkeriya Tirk bi tundî şermezar dikin, bi taybet vê komkujiya ku di rûpelên dîrokê de hatiye tomarkirin û li komkujiyên ku ji aliyê AKP'ê ve hatine kirin zêde kirine. AKP'ê ya ku bi hemû rêyên neqanûnî û êrişkar hewl dide dagirkeriya xwe li pêş çavên cîhanê berfireh bike û bêyî destwerdana navneteweyî, bi taybet piştî dagirkirina bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Her wiha binpêkirinên herî hovane li ser gelê me li herêmên dagirkirî û sûcên şer pêk tîne, bi armanca tunekirina Kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina projeya neteweya demokratîk ku banga biratiya gelan, parastina serweriya niştimanî ya Sûriyê û jiyana hevbeş di navbera hemû mezheban de dike."

Em bang li hêzên Rûsyayê dikin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a ku ji bilî wêrankirin û xwînrijandinê tiştekî din nizane, bisekinin. Ji ber vê yekê divê em rê li ber planên dewleta Tirk a berfireh û dagirker bigirin û li ser yekitiya rêza gelê Kurd bixebitin û şehîdên hemû partiyên Kurdistanî weke şehîdên Rojava bihesibînin.

Em bang li civata navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku agirbestê li Şehbayê ragihînin û zextê li hikumeta AKP'ê bikin ku êriş û kiryarên xwe ku hemû pêkhateyan hedef digire, rawestîne."

(dx)

ANHA