ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2011

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2011
30 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne di roja 57'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîmê bîranîna şehîdên meha Mijdarê li navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya li taxa Miftî li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Raul Zibechi diyar kir ku pergala heyî kesên ku li dijî wê li ber xwe didin, wek terorîst bi nav dike. Zibechi, hiştina PKK’ê di `lîsteya terorê` wek şaşiyeke mezin bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Kongreya Star a herêma Efrînê bikaranîna çekên kîmyewî li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî dermirovî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN) .

POLÎTÎKA

- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Eniya Demokratîk  a Gel a Ahwazê Tahir Ebû Nîdal diyar kir ku tifaqa Kurd û Erebên Sûriyê yekitiya xaka Sûriyê misoger dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Ekolojîst Sergen Sucu diyar kir ku NY ew hêz e ku bazirganiya çekan organîze dike û got "Xwezaya Kurdistanê û gelê Kurd li pêş çavê cîhanê têne tunekirin." . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê berê yê PYD`ê yê kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo got, dewleta Tirk û hevalbendên wê hemû derfetên xwe yên teknîkî û leşkerî bi kar anîn da ku armancên xwe pêk bînin, lê bi destê gerîlayan li çiyayên Kurdistanê têk çûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Şêniyên Kobanê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, meşekê li dar dixe, meş ji qada Jina Azad dest pê dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê, bi boneya 25'ê Mijdarê mêr bi diruşma "Ji tundiyê re na.. ji hevjiyana azad re erê" meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ji dema ku Hizbullah a Lubnanê hatiye damezrandin ve, ev cara yekemîn ku di qonaxeke ewqasî dijwar re derbas dibe. Çarçema derbasbûyî Awustralyayê Hizbullah bi baskên wê yên siyasî û leşkerî xist "Lîsteyên terorê". Li gorî çavdêran dê çarçoveya zextên li ser wê zêdetir bibin.  (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê bi nêzî 30 pirtûkî ji 22 nivîskarên ji kantona Efrînê beşdarî pêşangeha 3`yemîn a  navneteweyî ya pirtûkan a li Silêmaniyê bû û armanca wê ew e ku dengê şêniyên Efrînê bighîne cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Digel astengiyên heyî, komên şano hewl didin hunerên kevn û çîrokên folklorîk li ser dikeya şanoyê li pêş girseya gel pêkêş bikin, da ku hunera şanoyê li Rojavayê Kurdistanê bi pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê budçeyek 300 hezar dolar ji şaredariyên gel ên herêma başûrê kantona Hesekê re veqetand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA