Hizbullah li hemberî koalîsyoneke Ewropî ye

Ji dema ku Hizbullah a Lubnanê hatiye damezrandin û vir ve, ev cara yekemîn e ku di qonaxeke ewqasî dijwar re derbas dibe. Çarşema derbasbûyî Awistralyayê Hizbullah bi baskên wê yên siyasî û leşkerî xist "Lîsteya terorê". Li gorî çavdêran, bi wê yekê dê zextên li ser Hizbullahê zêdetir bibin.

Hizbullah li hemberî koalîsyoneke Ewropî ye
30 mijdar, 2021   06:51
BEYRÛT

Hizbullah a berî aloziya Sûriyê ne wekî ya piştî wê ye. Ev partiya lubnanî ku bi “Berxwedana” li hemberî Îsraîlê dihat nasîn, niha li gelek welatên Ewropa û Ereban hatiye qedexekirin.

Ev mijar piştî ku Hizbullah destwerdan li Sûriyê kir û di çareserkirina şer de bo berjewendiya hikumeta Şamê bi ser neket, heman demê beriya ku DYA'yê cezayan lê bibire, dest pê kir. Ji ber ku van cezayan jêderên fînansekirina Hizbullah yên li Amerîka latîn û Afrîkayê rawestandin. Paşê jî ji aliyê dewletên Kendavê ve wekî rêxistineke terorîst hate binavkirin û ceza li endam û alîgirên wê hatin birîn.

JI HOLLANDA HEYA AWİSTRALYA

Diyar e ku Hizbullah xeteriyê li ser Ewropayê çêdike. Ji ber vê yekê bangên hin dewletên Ewropa û DYA yên qedexekirina vê partiyê bi baskên wê yên siyasî û leşkerî ve zêde dibin. Awisturya û Hollandayê derxistina ferqê ya di navbera baskên siyasî û leşkerî de siyaseteke şaş dibînin.

Hollanda dewleta yekemîn a Ewropayê bû ku Hizbullah qedexe kir. Di vê çarçoveyê de Amsterdamê sala 2004`an hemû çalakiyên Hizbullah li ser xaka xwe qedexe kirin.

Têkildarî ferzkirina cezayan li Hizbullah, hikumeta Awisturya jî Hizbullah bi her du baskên xwe wekî "Rêxistineke terorîst" senifand. Bi vî yekê çarçoveya cezayên li ser wê fireh bû.

Wezîra Hundirîn a Awistralya Karen Andrews got, partiya ku desteka xwe ji Îranê werdigire, gefên êrişên terorîstane û piştgiriya ji rêxistinên terorîst berdewam dike, her wiha gefên cidî li Awistralya dixwe.

Sala 2003`yan Awistralya ji dewletên ku tenê şaxê ewlekariya derve ya Hizbullah qedexe kiribû.

DYA'YÊ XISTINA HIZBULLAH DI LÎSTEYA TERORÊ DE ERÊ KIR

Washington a ku bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Hizbullah bi baskên wê yên siyasî û leşkerî bixe lîsteyên terorê, yekemîn dewleta ku biryara Awistralyayê erê kir.  Li ser vê yekê bang li Yekitiya Ewropayê kir ku biryara xistina Hizbullah nav rêxistina terorê ragihîne. Tê zanîn ku DYA`yê 1997`an Hizbullah xistibû "Rêxistina terorîst".

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku karînên Hizbullah li pêşberî aştî û îstiqrara Lubnan û Rojhilata Navîn dibin asteng.

Her wiha wezaretê diyar kir ku biryara Awistralya li hemberî hêza Hizbullah ya xebata li Awistralya û derveyî welêt gaveke girîng e û destnîşan kir ku rakirina cudabûna şaş a di navbera baskên leşkerî yê partiyê û yên "Rêxistina Terorê" de, gaveke cidî ye.

Wezaretê her wiha got: "Hizbullah rêxistineke terorîst û xeter e, gefan li aştiya civaka navneteweyî dixwe û serweriya dewleta Lubnanê jî lawaz dike."

Di dawiya daxuyaniya xwe de hate gotin: "Karînên rêxistinê yên leşkerî û terorîstî yên bihêz, her wiha mekanîzmaya propagandayê û torên wê yên darayî yên gendel, astengiyên mezin li pêşber aştî û îstiqrara Lubnan, Rojhilata Navîn û cîhanê derdixin."

FIKAREKE EWROPÎ Û TIFAQ

Şîrovekarên leşkerî bûyerên li Lubnanê qewimîn ji wan, teqîna bendera Beyrûtê ya par û hewldana Hizbullahê ya astengkirina lêpirsîna têkildarî teqînê, bi daxwazên Ewropa ku Hizbullah ku wekî "Rêxistineke terorîst" were ragihandin ve girê didin. Hin ji wan diyar dikin ku ev gav nîşan dide ku destê Hizbullah di bikaranîna dewletên Ewropayê ji bo depokirina neqanûnî ya bi tonan nîtratên amonyum de heye.

Dewletên Yekitiya Ewropayê yên ku beriya niha baskê leşkerî yê Hizbullah xistibû lîsteyên terorê, lê li gorî tedbîrên pêşbînkirî dê qedexeyeke giştî li ser baskên wê yên siyasî û leşkerî were ragihandin. Wê demê dê dewletên Ewropa li ser xeteriya Hizbullah a li van dewletan bifikar be. 

Hin dewletên Ewropa li ser berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn ditirsin, her wiha ditirsin ku li ser xaka wê çalakiyên tohildanê ji aliyê Hizbullah ve werin lidarxistin, nemaze ku ku Hizbullah di salên dawî de derfetên xwe yên leşkerî pêşxistin ku dibe cihê fikaran.

GELO DÊ BANDORÊ LI BÛDCEYA HIZBULLAH BIKE?

Mirov nikare dahata Hizbullah diyar bike, ji ber ku jêderên destekê dide wê pirr  in û ne ji cihekî bi tenê ye, di heman demê de veşartî ne û ne bi rêya bankan pêk tê.

Tişta diyar ew e ku fînansekarê herî berçav ê Hizbullah Îranê ye, di heman demê de çalakiyên wê yên aborî li dewletên Kendavê û Amerîka latînî hene ku ji qadên bazirganî, aqarî û xizmetguzariyê pêk tê. Her wiha alîkariyan ji dewlemendên şîi digire.

Mijara finansekirinê fikara herî mezin a Hizbullah, nemaze piştî aloziya Lubnanê ya bi dewletên Kendavê re, birayra dawî ya dewletên Ewropayê yên qedexekirinê. Bi vê yekê tê gihşt ku berdewama wê nema li ser çanda berxwedana li hemberî Îsraîlê ye bi tenê ye.

Îro bi hezaran çekdar cihên xwe di nav Hizbullah de digirin ku mehane fonan werdigirin hene, her wiha piştgiriya malbatên kuştiyên xwe dike û destekê dide hemû hevalbedên xwe yên li Lubnanê. Hizbullah bi milyonan dolar li ser saziyên perwerde û nexweşxaneyên xwe xerc dike û wefadariya alîgirên xwe qezenc dike û giraniya xwe çêdike.

Hizbullah dizane ku girêdayîbûna wê ya darayî bi Îranê re bi heman lez û bezên salên borî ne pêkan e. Cezayên rojavayî ku vê dawiyê hatibûn birîn û kêmbûna nirxê petrolê, aboriya Îranê giran kir . Di encamê de Tehran neçar ma ku alîkariyên xwe ji partiyê re kêm bike.

Di salên dawî de, piştî ku gelek welatan wê wekî "Rêxistinek terorîst" bi nav kirin û ew bi rêvebirina tora cîhanî ji bo qezecnkirina pera û peydakirina leşkeran tawanbar kirin, "Hizbullah" rastî îzolasyonek mezin hat.

Di navîna meha Gulana derbasbûyî de Awisturya çalakiyên Hizbullah qedexe kir û her du baskên wê yên siyasî û leşkerî wekî rêxistineke terorîst bi nav kir. Bi vê yekê siyaseta Yekitiya Ewropayê ya qedexekirina baskê leşkerî bi tenê, derbas dike.

Îlona 2019`an Wezareta Gencîneya Brîtanyayê Hizbullah bi hemû baskên wekî komeke terorîst bi nav kir û hesabên wê cemidandin.

Ne tenê Brîtanyayê li hemberî torên Hizbulla yên li Ewropayê sekinî, di heman demê de Wezareta Hundirîn a Almanyayê jî biryara qedexekirina wê bi her du baskên wê da.

(eh)

ANHA