‛Yên li Kobanê bi ser ketin, li çiyayên Kurdistanê têk naçin’

Hevserokê berê yê Meclisa PYD`ê ya kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo got: "Dewleta Tirk û hevalbendên wê hemû derfetên xwe yên teknîkî û leşkerî bi kar anîn da ku armancên xwe pêk bînin, lê li hemberî berxwedana gerîla têk çûn."

‛Yên li Kobanê bi ser ketin, li çiyayên Kurdistanê têk naçin’
30 mijdar, 2021   01:46
KOBANÊ

Siyasetmedar û hevserokê berê yê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo têkildarî vekişîna hêzên dewleta Tirk ji hin herêmên Başûrê Kurdistanê li hemberî berxwedana gerîla, ji ANHA`yê re axivî.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya HPG`ê di 19`ê Mijdarê de di daxuyaniyekê wiha gotibû: "Operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dane destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hate pêşwazîkirin. Dagirkerên ku nekarîn li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên hîn girantir bixwin, ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan."

Têkildarî rola gerîla di têkbirina planên dewleta Tirk û hevalbendên wê de şêx Ehmed Hemo wiha got: "Rola PKK`ê di rizgarkirina bi deh hezeran mirov ji komkujiya li Şengalê û rizgarkirina Kobanê de ya ku bû sembola berxwedanê ya cîhanê sereke bû. PKK`ê sînorên ku di navbera parçeyên Kurdistanê de hatine danîn, rakirin û li hember êrişên li dijî kurdan disekine. PKK’ê hêza gelê Kurd e."

Hêzên dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên bejahî û hewayî pêk tîne.

Dewleta Tirk piştî ku di Sibata borî de nikarî herêma Garê dagir bike û di şkeftan de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin û PKK’ê tawanbar kir rojekê jî êrişên dagirkeriyê ranewestîne. Lê derbarê kuştina 12 leşkerên Tirk de de aliyên Tirkiyê, rêveberiyên artêş û hikumetê hev bi plankirina nebaşe û zirarkirina mezin di Başûrê Kurdistanê de tawanbar kirin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê Hemo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi kîn û hovîtî xwest êrişî çavkaniya îradeya kurdan a li çiyayên Kurdistanê yên pîroz bike û di êrişên xwe de hemû derfetên xwe yên teknîkî û leşkerî bikar anîn da ku armancên xwe pêk bîne, lê ew ji ber berxwedana dîrokî ya gerîlayan bi bin ket.

Hemo wiha domand: "Ew nizanin ku bi êrişên leşkerî yan jî çi tiştên din nikarin PKK’ê têk bibin, ji ber PKK’ê vîna gel e. Ma dewleta Tirk berxwedana girtîgehan a 1982’yan de ji bîr kir? Yên li Şengal û Kobanê bi ser ketine li çiyayên Kurdistanê bi bin nakevin."

Dewleta Tirk di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar tîne, tevî vê yekê tu pêşketin pêk neanî.

Şêx Ehmed Hemo diyar kir dijwariya êrişên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li dijî çiyayên Kurdistanê bû sedem ku aboriya Tirkiyê hilweşe û helwestên gel a li dijî siyaseta AKP- MHP`ê zêde bû.

Şêx Ehmed Hemo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: " Bi rêya ajansa we em bang li siyasetmedar û rêveberên Başûrê Kurdistanê dikin ku divê li ser hesabê gelê Kurd planan pêk neynin. Divê Başûrê Kurdistanê bibe qada azad dûrî ajandeyên derve."

(bx)

ANHA