Xelatên Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" hatin dayîn

Çalakiyên Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" bi xelatkirina komên şanoyê bi dawî bûn.

Xelatên Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" hatin dayîn
27 mijdar, 2021   18:15
KOBANÊ

Çalakiyên Mîhrîcan "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" di 20’ê vê mehê de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê kir. 7 komên şano, 2 komên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê û yên din jî ji Reqa, Tebqa, Minbic, Heleb û Efrînê beşdarî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan îro bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2021/11/27/172442_mhmd-shahyn.webp

Çalakiyên îro bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, dûvre Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û wiha got: "Tiştekî nû ye û şanoyên hatine pêşandan pir baş bûn. Her wiha kantona Kobanê jî di nava cîhanê de xwedî girîngiyeke siyasî ye, ji ber teror têk bir. Em spasiya hemû kesên beşdarî vê mîhrîcanê bûye, dikin."

/ar/uploads/files/2021/11/27/172416_rwdyn-ywsf.webp

Piştre cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya herêma Firatê Rodîn Yûsif axivî û ev tişt got: "Dê Mîhrîcana Arîn bibe bingeh û destpêka xebatên şanoyê li Kobanê. Şano cureyk ji derxistina azar û hestên civakê ye. Em ê di lidarxistina mîna van mîhrîcanê de her sal şehîd Arîn ku şerê terorê kiriye bi bîr bînin."

/ar/uploads/files/2021/11/27/172401_khlyl-talw.webp

Li aliyekî din jî hevserokê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Xelîl Talo wiha got: "Ev mîhrîcan ji bo me girîng e, ji ber sembola azadiyê ye. Her wiha em damezrandina PKK’ê ku rastî roja dawî ya mîhrîcanê hatiye pîroz dikin. Ya herî girîng di vê mîhrîcanê de şênî beşdarî şanoyê bûn."

/ar/uploads/files/2021/11/27/172510_akhttam-faalyat-mhrjan-aaryn-jdael-alslam-btkrym-alfrq-almsrhyh-almsharkh-28129.webp

Piştî axaftin bi dawî bûn, hunermên ji herêmên cuda mewal û stranên folklorî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de komîteya amadekar a mîhrîcanê xelat l kesên piştevanî daye vê mîhrîcanê, kirin.

(fr)

ANHA