Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin

Yekitiya Rewşenbîr a Tebqayê, şahiya îmzekirina sê pirtûkên li dar xist

Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya Îmzekirina sê pirtûkan hate lidarxistin
27 mijdar, 2021   18:04
TEBQA

Şahî li hola navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi beşdarbûna bi dehan ji rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgiritinê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran aTebqayê Ehmed Esed şahî li beşdaran pîroz kir û li ser girîngiya pirtûkan wiha got: "Pirtûk amûrê sereke ya bidestxistina zanistiyê ye, bê guman hêmana pêşketina mirovahiyê ye, pirtûk asoya xwîneran fereh dike û dûrî asoya teng dixe, di wî de hafîza ziman mezin dike û bi wî re dibe alîkar di qezenckirina demê de ji bo başî û qenciyê"

Piştre helbestvan Bûşra Mensûr dîwana xwe ya "Axîna Şenaziyê", nivîskar Selem Hisên romana xwe ya ''Pêlav" a  helbestvan Mistefa El Hac dîwana "Buhara Emir" dan nasîn.

Piştî wê nivskar ji hêla Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê û Yekitiya Rewşenbîran ve hatin xelatkirin.

Di dawiya şahiyê de, pirtûk ji hêla nivîskaran ve hatin îmzekirin û li beşdaran hatin belavkirin.

(la)

ANHA