Ji birîndarên teqîna li Minbicê du kesên din jiyana xwe ji dest dan-HATE NÛKIRIN

Ji birîndarên teqîna li Minbicê, ku kesên din jiyana xwe ji dest dan, bi vê yekê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bû 4.

Ji birîndarên teqîna li Minbicê du kesên din jiyana xwe ji dest dan-HATE NÛKIRIN
Ji birîndarên teqîna li Minbicê du kesên din jiyana xwe ji dest dan-HATE NÛKIRIN
27 mijdar, 2021   18:24
MINBIC

Vê êvarê li çerxerêya Şehîdan a bajarê Minbicê di erebeyekê de teqînek çêbû. Li gorî agahiyên ku destpêkê khatinbûn bidestxistin, di encama teqînê de jinek û zarokek jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 5 kes (3 jin û 2 mêr) birîndar bûn.

Herî dawî hate diyarkirin ku ji birîndaran 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan, bi vê yekê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 4.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wihan ne:

Sufiyan Şêx Casim, yek salî ye

Rîm El-Henifî 35 salî ye

Nûr El- Henifî 25 salî ye

Seid El- Henifi 5 salî ye.

ANHA