Li gelek navendan salvegera damezirandina PKK'ê bi çoş hate pîrozkirin

Şêniyên Efrîn, Şehba, Dirbêsiyê û Şamê bi şahiyên cûda salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir.

27 mijdar, 2021   17:42
ŞEHBA

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê bi şahiyên cûda pîroz kirin.

Li Kampa Veger a li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiya ku bi sedan kes tevlê bûbûn, stran û govend hatin gerandin.

Li kampa Serdemê a li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê yê kantona Şehbayê şahiyek bi beşarbûna bi sedan kesî û komên stran û dîlanan hate lidarxistin.

Bi sedan koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê û şêniyên navçeya Ehdasê bi şahiyekê  salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FdhyKCIqjhc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Qamişlo bi diruşma "Bi rihê gelê berxwedêr em salvegera damezirandina PKK'ê li gelên herêmê pîroz dikin" salvegera damezirandina PKK'ê li stada navçeyê pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Kongreya Star Eylem Mihemed axivî, salvegera damezirandina PKK'ê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û şervanên li eniyên berxwedanê pîroz kir.

Eylem Mihemed got: "Dewletên kapîtalîst û netewepest hewl didin vîna gelên azadîxwaz ên ku banga mafên xwe dikin bişkînin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin, li beramberî vê yekê bersiva gelê şoreşger serhildan bû."

Eylem Mihemed bang li gelên herêmê  kir ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê xurt bikin.

Piştî axaftinan şanoyek hate pêşkêşkirin. Di dawiyê de beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ŞAM

Bi sedan ji şêniyên taxa Zorava ya peytexta Sûriyê Şamê salvegera damezrandina Partiya Karakrên Kurdistanê piroz kirin. 

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevîziyonek bi dengê rêber Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin ku tê vê rojê ku weke vejîneke nû ji bo gel Kurd pênase dike.

Bi navê Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî, salvegera damezirandina PKK'ê li rêber Abdullah Ocalan, malbatênşehîdan û şervanên azadiyê pîroz kir.

Piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mezlûm Yûsif jî got: "Ji bo xelasiya ji koletî, zilm û zordestiyê divê em roja 27' Mijdarê roja zayîna azadiyê û demkrasiyê, roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê ji bîr nekin."

Mezlûm Yûsif soza şopandina xeta şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan da.

Piştî axaftinan koma Şehîd Serhed a stran û govendên folklorî berhemên xwe pêkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA