Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist

Bi diruşma "Bi xwîna şehîdan me dîrok nivîsand û em ê bi ser kevin", Meclisa Mablatên Şehîdan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
27 mijdar, 2021   14:45
MINBIC

Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl a Demokratîk a Bajarê Minbic û Gundewarên wê bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Şiyar Mihemed rewşa siyasî ya li herêmê nirxand û got: "Divê her ferdek bi berpirsiyarî tev bigere, hevgirtî be û parastina destkeftiyên şehîdên ev xak rizgar kiriye, bike."

Şiyar Mihemed îşaret bi geşedanên li qada Sûriyê û nakokiyên di navbera gelek aliyan de kir û wiha anî ziman: "Herêmên Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş ji herêmên herî ewle û aram li Sûriyê ne."

Dûvre Hevseroka Komîteya Karûbarên Civakî ya  Minbicê Esma Remo rapora salane ya meclisê xwend, di raporê de çalakî û xebatên meclisê par kirine, hebûn.

Civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir, beşdaran xebatên ku meclisê pêk anîne nîqaş kirin û gelek pêşniyar ji bo sala bê kirin û teqez kir ku divê welatî hevgirtî bin û parastina xaka xwe li hember gefên li dijî herêmê bikin.

(fr)

ANHA