Pêkhateyên Tirbespiyê û Çilaxa 27'ê Mijdarê pîroz kir

27`ê Mijdarê salvegera 43'yan a damezirandina PKK'ê li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Qamişlo hate pîrozkirin.

Pêkhateyên Tirbespiyê û Çilaxa 27'ê Mijdarê pîroz kir
Pêkhateyên Tirbespiyê û Çilaxa 27'ê Mijdarê pîroz kir
Pêkhateyên Tirbespiyê û Çilaxa 27'ê Mijdarê pîroz kir
Pêkhateyên Tirbespiyê û Çilaxa 27'ê Mijdarê pîroz kir
27 mijdar, 2021   15:08
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 43`yan a damezrandina PKK`ê, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo şahiyek li qada Şaredariya Gel a rojavayê navçeyê li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/11/27/135921_klara.webp

Endamê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Kilara Adîsa axivî, salvegera damezarandina PKK'ê li tevahî gelan pîroz kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Vejîna partiyê xaleke guhertin û veguhertinê di têkoşîna gelên azadîxwaz de bû. Partiyê fikirên nû yên têkoşîna azadî û demokrasiyê hilgirtin û hemû kesên ku ev fikir nas kir xwedî lê derket. Ji bo vê yekê partiyê hewl da nûnertiya hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz bû rêya xelasiya ji zilim û zordariyê."

Bi navê pêkhateyên Ereb ên li Tirbespiyê yek ji rûspiyên eşîra Benî Sebi, Hisên El-Sade got, PKK`ê û fikir û felsefeya wê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji gelan re ye û diyar kir ku PKK'ê ji bo azadiya tevahî gel û neteweyan têkoşînê dike.

El-Sade destnîşan kir ku ew di têkoşîna partiyê de rêya xwe ya ber bi jiyana birûmet ve dibînin û da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û li kêleka hev berxwedana xwe bidomînin.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8OO-AtarYhM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman wesîleyê şêniyên navçeya Çilaxa li hola Rojava ya bakurê navçeyê şahiyek li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Kenan Berekat axivî û îşaret bi felsefeya azadiyê ya ku PKK`ê pê bang dike, kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Avabûna partiyê di demekê de hat ku gelê herêmê banga xelasiya ji qirkirinê dikir, ji lew re min aciband û ji xwe re bingeh girt."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa endamê rêveber ê meclisê Elî Xêro axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Şahî bi govend û stranên şoreşgerî dewam kir.

(eh)

ANHA