Çalakiyên Mîhrîcana Amara ya Duyemîn bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana Amara ya Çandî û Werzîşî îro li kantona Şehba bi stran, govendên gelerî û xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.

Çalakiyên Mîhrîcana Amara ya Duyemîn bi dawî bû
Çalakiyên Mîhrîcana Amara ya Duyemîn bi dawî bû
Çalakiyên Mîhrîcana Amara ya Duyemîn bi dawî bû
Çalakiyên Mîhrîcana Amara ya Duyemîn bi dawî bû
27 mijdar, 2021   14:30
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê di bin dirûşma "Bi pêşxistina şoreşa çandî û rewşenbîrî, werin cenga azadiyê" de 24'ê vê mehê Duyemîn Mîhrîcana Amara ya Çandî û Werzişî dest pê kir.

Çalakiyên mîhrîcanê di roja çaremîn de, ku hemwextî  salvegera 43'yemîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê, bi pêşkêşkirina stran, govendên folklorî û xelatkirina hemû komên beşdar bi dawî bû.

Çalakiyên roja dawî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Koma Şehîd Mûrdem çend stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, her wiha Koma Bilind Kobanê govenda folklorî pêşkêş kir.

Koma Zarokan Îlan Kobanê stran pêşkêş kirin, piştre Koma Awaza Şahba stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û Koma Jinan a Şehîd Zêneyb stran pêşkêş kirin.

Piştre endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li kantona Şehba şanoyek têkildarî rola meclis û komînan di civakê de, pêşkêş kirin.                

Her wiha di çalakiyên mîhrîcanê de pêşbirkeke wêjeyî ku tê de pirsên derbarê Efrînê û çanda Kurdî de ji xwendekaran re hatin lidarxistin. Mîhrîcan bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.  

(dx)

ANHA