​​​​​​​Salvegera damezirandina PKK'ê li kantonên Hesekê û Qamişlo hate pîrozkirin

Şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên Til Temir, Dêrik û Girkê Legê bi boneya  salvegera 43'yemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyeke girseyî banga derxistina navê partiyê ji "lîsteya terorê" kirin.

27 mijdar, 2021   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 43'yemîn a damezrandina PKK’ê, îro li bajarê Hesekê û navçeya Til Temir a kantona Hesekê û navçeyên Dêrik û Girkê Legê yên kantona Qamişlo 4 şahiyên cuda hatin lidarxistin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zS3J4nysmd4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şahî li hola Silko ya taxa Xişman a bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana gelê şoreşger 43’emîn salvegera damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemû gelan pîroz dikin", hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajêr bi hemû pêkhateyên xwe, bi dehan hêzên leşkerî, endamên navend û saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Hola şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û sembolên kurdî, hate xemilandin.

Di şahiyê de, Endama Desteya Rêvebir a Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka got: "PKK’ê ji destpêka damezrandina xwe heta niha ji bo azadiya gelên bindest û li dijî rejîm û siyasetên desthilatdar, pêkanîna edalet û wekheviya di navbera hemû gelan de bedelên mezin dane."

Zeyneb Şîtka diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo gelên bindest bûye pirek ber bi azadî û ewlehiyê ve.

Piştre Koma Tevgera Hîlala Zêrîn li bajarê Hesekê çend stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, her wiha helbestvan û hunermendê Kurd Ferhad Merdê helbestên xwe pêşkêş kir.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê, bi sedan şêniyên navçeyê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û  salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin.

Qada şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser navê herêma Til Temir yek ji rêveberên meclisa herêmê Çîçek Roj axivî û damezirandina PKK'ê li rêber Abdullah Ocalan, hemû gelên herêmê û gelên Rojhilata Navîn ku ji bo azadiyê têdikoşin, pîroz kir.

Çîçek Roj got: "Dîroka PKK'ê bi berxwedan û serkeftinî tê naskirin, biryara avakirina partiyê piştî şehadeta têkoşer Hakî Karer hat û piştî şehadeta têkoşer Egîd hêza gelên Kurdistanê hate avakirin, bi berxwedana şehîd Bêrîtan hêza jina azad hate avakirin, bi çalakiya şehîd Zîlan komployên navneteweyî têk çûn. Têkoşîna partiyê hîna berdewam e."

Çîçek Roj bang li gelên herêmê kir ku xwe nespêrin tu hêzan û baweriya xwe bi hêzên derve neyînin û wiha pê de çû: " Piştevaniya hêzên me yên parastina dikeve ser milê me, divê em xwedî hêz û berxwedan bin û bi hêzên xwe bawer bin. Sekna şêniyên Til Temirê li vê qadê bi xwe berxwedanî ye, her wiha nameyek ji dijmin re ye ku em ê bimînin û li ber xwe bidin. Divê em bi diruşma dem dema azadiyê û azadiyê rêber Ocalan e û serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bikoşin."

Paşê komên hunerî yên Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û herêmên Til Koçerat û Beravê yên kantona Qamişlo bi boneya 43’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê li navenda ciwanan a Şehîd Bawer a bajêr, kom bûn.

Qada navendê bi wêne û alên kurdî, wêneyên rêber Ocalan û wêneyên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, hate xemilandin.

Li navê malbatên şehîdan ên Dêrikê Yûsif Hacî damezrandina PKK’ê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û malbatên şehîdan û hemû gelên azadîxwaz, pîroz kir.

Yûsif Hacî  di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê fikir û tevgerê rêbazek avakirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine û hevkarî, jiyana hevpar û biratiya gelan pêk tîne."

Hacî her wiha got, derxistina PKK’ê ji "lîsteya terorê" erkeke exlaqî ye, bi taybet ji bo welatên ku banga azadî û demokrasiyê dikin. 

Piştre koma Cûdî, koma Jinên Xweser, koma Dîlana Genim yên Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê çend stranên floklorî pêşkêş kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê jî bi sedan şêniyan bi şahiyekê salvegera 43'emîn a damezirandina PKK'ê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran pîroz kirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre koma Stêra Zêrîn a navenda Hîlala Zêrîn a kantona Qamişlo komek stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Her wiha herdu hunermendan Şivan Kobanê û Danîş Botan gelek stranên welatparêzî pêşkêş kirin.

)dx)

ANHA