Koordînesyona zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriye şahiya vekirina zanîngeha El-Şerq organîze kir

Koordînesyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriye îro şahiyek ji bo vekirina zanîngeha El-Şerq li Reqayê lidar xist. Zanîngeh beriya du mehan hate vekirin.

Koordînesyona zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriye şahiya vekirina zanîngeha El-Şerq organîze kir
27 mijdar, 2021   13:42
REQA

Şahî li avahiya zanîngehê hat lidarxistin, bi dehan şêniyên Reqa, endamên saziyên Sivîl û leşkerî, rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, rûspî û şêxên eşîran, rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Sûriye Demokratîk beşdarî şahiyê bûn.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, bi navê Koordînesyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriye, hevseroka koordînesyonê Norhan Mistefa axivî û vekirina zanîngehê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriye pîroz kir.

Norhan Mistefa tevahî şehîdên bajêr ên di oxira rizgariya herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê de xwe kirin feda, bi bîr anîn.

Norhan Mistefa got:" Zanîngeha El-Şerq û tevahî zanîngehên din yek ji serketinên girîng ên Rêveberiya Xweser a ku girîngî daye perwerdê û tevahî derfetên heyî pêşkêşkirin da ku bi pêş bikeve."

Hevserokê zanîngehê Hesen El-Îsa piştrast kir ku di şert û mercên dijwar de, di nava gefên dewleta Tirk û belavbûna Koronayê  de ev zanîngeh hat vekirin.

Hevseroka Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku ev rojek mezin e, destkeftiyek li destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilate Sûriye û Rêveberiya Xweser zêde dibe.

Bêrîvan Xalid spasiyê Koordînesyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî beşên perwerdê ku hemû derfet ji zarokên zanîngehên re peyda kir, kir.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, tîma çand û huner gelek stran pêşandan û beşdaran jî govend gerandi.

(dm)

ANHA