QSD: Li Eyn Îsayê 8 çete hatin kuştin

Çeteyên dewleta Tirk 2 êriş li dijî gundên El-Mişêrfa û Seyda yên Eyn Îsayê pêk anîn. Şervanên QSD`ê bersiva êrişan da û di encamê de 8 çete hatin kuştin.

QSD: Li Eyn Îsayê 8 çete hatin kuştin
27 mijdar, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên dewleta Tirk de şer rû da. Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ev agahî dan:

"26'ê Mijdarê seat di 15:00'an de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî gundê El-Mişêrfa yê li bakurê rojhilatê Eyn Îsayê kir. Şervanên QSD'ê bersiva êrişan da û di encamê de çete ji qada şer reviyan.

Heman rojê seat di 20:00'an de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Seyda yê li bakurê bajarokê Eyn Îsa kir û hewl da gund dagir bike. Lê hêzên me ew êriş têk bir.

Heman rojê seat di 21:14'an de şervanên me kombûna çeteyên dewleta Tirk li eniyên gundê Sekîro yê li bakurê rojhilatê Eyn Îsa kir hedef, ji ber wê çete mecbûr man ku paşve vekişin.

Li gel wan êrişan, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên El-Mişêrfa û Seyda û rêya M4 topbaran kirin.  Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Di encama şer de ku piştî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî her du gundan rû daye, hat piştrastkirin ku 8 çete hatine kuştin û 9 çete birîndar bûne.”

(dm)