Desteya Aboriyê: Me nimûneyên tovên genimê amerîkî şandin teqîgehan

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew li benda encamên testên tovê genim in ku USAID ji wan re şandiye.

Desteya Aboriyê: Me nimûneyên tovên genimê amerîkî şandin teqîgehan
26 mijdar, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku li herêmê hişkesalî çêbû, Ajansa Amerîkayê ji bo Karûbarê Pêşveçûna Navneteweyî (USAID) 3 hezar ton tovê genim ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand.

Gelek dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê îdia kir ku tovê hatiye şandin ji bo çandiniyê ne guncaw e û zirarê dide zeviyan.

Têkildarî mijarê hevserokê Destya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku desteyê nimûne şandine teqîgehên navevda Lêkolînên Çandiniyê da ku wan nimûneyan test bikin û piştrast bibin ku ji bo çandiniyê guncaw in an na.

Barûdo piştrast kir ku ew li benda encamên testê ne û heke encam baş bin dê tov li cotkaran belav bikin.

(şx)

ANHA