Rêxistina ROJ zêdetirî 100 mayînên ji bermahiyên çeteyan telef kirin

Rêxistina Rakirina Mayînan a Roj (RAMCO) zêdetirî 100 madeyên teqemeniyên yên ji bermahiyên çeteyên DAŞ'ê li gundewarê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê telef kirin.

Rêxistina ROJ zêdetirî 100 mayînên ji bermahiyên çeteyan telef kirin
Rêxistina ROJ zêdetirî 100 mayînên ji bermahiyên çeteyan telef kirin
Rêxistina ROJ zêdetirî 100 mayînên ji bermahiyên çeteyan telef kirin
Rêxistina ROJ zêdetirî 100 mayînên ji bermahiyên çeteyan telef kirin
25 mijdar, 2021   16:09
HESEKÊ

Li gundewarê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Rêxistina Rakirina Mayînan a Roj (RAMCO) zêdetirî 100 madeyên teqemeniyên yên ji bermahiyên çeteyên DAŞ'ê telef kirin. Rêxistina ev made dûrî avahiyên şêniyan û xwezayê teqandin.

Rêxistina Roj a Rakirina Mayînan (RMCO) di dawiya 2016'an de hate avakirin. Rêxistina Roj ne hikumî ye û ya tekane ya herêmî ye, di warê rakirina mayînan û hişyarkirinê ji xeteriyên wê dixebite.

ANHA