Di roja 6'an de koma ji Helebê şanoya xwe pêşkêş kir

Di roja 6'an a Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" de, Koma Şano ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê şanoya "Mueleq" pêşkêş kir.

Di roja 6'an de koma ji Helebê şanoya xwe pêşkêş kir
Di roja 6'an de koma ji Helebê şanoya xwe pêşkêş kir
Di roja 6'an de koma ji Helebê şanoya xwe pêşkêş kir
25 mijdar, 2021   15:57
KOBANÊ

Bi beşdarbûna girseyeke mezin a şêniyan, Koma Şano ya girêdayê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê şanoya "Mueleq" di roja 6'an a Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" de pêşkêş kir. Şano balê dikişîne ser kesek ku 6 mehan di asansoreke avahiyekê de asê dimîne û tecrûbe ji aliyê bijîşk û rojanamvanan ve li ser wî tên çêkirin. Şano behsa asta azarên wî kesî dike ku nêzî rewşa heyî ye û çawa ku gelên Rojhilata Navîn bûne alaveke testê di destê sîstemên bavikslarî  de ku civakê kontrol dike û ji hev dixîne.

Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" dê sibe bi dawî bibe.

ANHA