​​​​​​​Li Dêrazorê semînera "Na ji tundiyê re"

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, YPJ'ê bi diruşma "Na ji tundiya li ser jinan re" semînerek da.

​​​​​​​Li Dêrazorê semînera "Na ji tundiyê re"
25 mijdar, 2021   16:18
DÊRAZOR

Bi dehan jinên gundewarê rojhilatê Dêrazorê, nûnerên meclisên herêmî û saziyên sivîl û şervanên YPJ'ê beşdarî semîner bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Komîteya Jinan a Meclisa Firatê Xada Adil axivî û got: "Heya niha jin rastî hemû cûreyên tundî û zilmê tên. Divê jin li hemberî tundiyê serî hilde û xwe biparêze."

/ar/uploads/files/2021/11/25/155431_nsaa-dyr-alzwr-28229.webp

Xada Adil cûreyên tundiya li ser jinan û rêbazên têkoşîna li hemberî tundiyê destnîşan kirin.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, jinan xwe îsbat kirin di hemû qadan de cihê xwe girtin. Her wiha banga xurtkirina têkoşînê heta bidestxistina tevahî mafên xwe kirin.

ANHA