Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-8

Hin malbatên çeteyên Roj anî ziman ku ENKS bi xwe bi Tirkan ve girêdayî ne û zarokên wan jî ji bo dewleta Tirk bi kar tînin.

Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-8
24 mijdar, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

DEWLETA TIRK TALÎMATAN DIDE, ÇETEYÊN ROJ JÎ GERÎLA DORPEÇ DIKIN

/kr/uploads/files/2021/11/23/204821_ciwan-mihemed.webp

Roj bi roj bangawaziyên malbatên çeteyên Roj ji bo vegera xizmên xwe zêdetir dibin. Ahmet Nayif Şakir, Ciwan Mihemed, Rezan Mihemed û Dilbirîn Ereb Resul dibêjin ku tevlêbûna xizmên wan di nav çeteyên Roj de di dilên wan de kul vekiriye. Malbat banga vegerê ji rêya şaş dikin.

Lawê Ahmet Nayif Şakir bi navê Çekdar Şakir ev 2 sal in di nav çeteyên Roj de cih digre. Lawê wî piştî zanîngeh xilas kiriye bê kar maye û berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Her wiha ji ber leşkertiya hikûmeta Şamê derketiye derveyî Sûriyê. Çekdar Şakir bê îradeya malbata xwe tevli çeteyên Roj bûye ku bavê wî welatparêzekî kevin e. Piştî 10 rojan Çekdar Şahîn bi telefonê li malbata xwe geriyaye û agahiya tevlibûna xwe ji wan re gotiye. Ahmet Nayif Şakir, li ser vê ev demeke dirêj bi lawê xwe re neaxiviyê û heya niha jî navbera wan ne baş e.

`KÊFA MIN NAYÊ KU LAWÊ MIN ÇÛYE WIR`

Ahmet Nayif Şakir, dibeje ku ew bi pera kirîne û ew karê ku dikin jî yê xwefirotine ye. Şakir, bi dilêşî diyar dike ku beriya lawê wî tevlê wan bibe bîra wî jî nebiriye û van tiştan lê zêde dike: “Gelek caran min jê re gotiye ji wan veqete.  Di bin şopandinê de ne, nikarin li gor serê xwe tev bigerin. Min gelek ked ji rêxistina xwe re kiriye. Min bi tifinga xwe 12 salan parastina sînor kiriye.  Hikûmeta Şamê bi zilma xwe nikaribû çavên me bişikîne û me serê xwe netewand. Kêfa min nayê ku lawê min çûye wir. Înşalah ez ê wî ji nav wan derxim.”

`EZ RÊXISTINA XWE BI LAWÊ XWE NADIM `

Şakir, helwesta xwe li dijî tevgerên ENKS jî bi van gotinan dide xûyakirin: “ENKS dibeje `Peşmergeyên Roj yên min in.` Wan ji ku derê anîne?  ENKS bi Tirkan ve girêdayî ye û zarokên me jî bi Tirkan re girê dane.  Lawê min jî di nav wan de ye, lê ew çete ne. Ev heqîqet e.  Ev ji min re kul e. Sibe tiştek çêbibe heye ku ez lawê xwe bikujim.  Ez rêxistina xwe nadim bi lawê xwe. Wer xuya ye ya dawî ez ê lawê xwe bikujim.” 

‘KURDBÛNA WAN LI KUDERE YE?’

/kr/uploads/files/2021/11/23/204902_ahmet-nayif-sakir.webp

Ahmet Nayif Şakir, ku xwestiye ji ber nexweşiyê bi hevjîna xwe re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe lê nehiştine ku derbas bibe. Derbarê vê bûyerê de dibeje: “Ez bavê wî me, nehiştin ez derbasî Başûr bibim.  Hevjîna min nexweş e, lingê wê ber bi jêkirine ye, lê nehiştin ez derbas bibim. Qaşo Peşmergeyên Roj e çima nehiştin ez derbas bibim? Ew ne Kurd in. Kurdbûna wan li ku derê ye? Şev û roj li kêleka dijmin in. Kurd ew e ku li ber şerefa xwe parastinê dike. Wan ji xwe re kirine amûr. ENKS sedema wê ye ku hemû firotin. Kesên ku li ser rewşa aborî tevli wan bûn nizanîbûn wê rewş wiha be. Heya serbazên Tirkan ew perwerde kirin.”

Di dawî de Şakir bang li zarokê xwe dike û dibeje: “Di dilê xwe de ez gelekî êşam. Îro ez dixwazim ku vegere Rojava. Ez ji lawê xwe re dibêjim were parastina ax, dayik û bavê xwe bike.  Welatê me ji her cihî xweştir e.”

TIRK LI VIR DAGIRKERIYÊ DIKIN EW LI WIR TALÎMATÊN WAN PÊK TÎNIN

Birayê Ciwan Mihemed, bi navê Fehed Mihemed di sala 2017`an de tevlê çeteyên Roj bûye. Ciwan Mihemed, ji bo tevegera çeteyên Roj û tevlibûna birayê xwe re dibeje ku ew naxwaze şerê birakujî bikin û wiha diaxive, “Ger rastî jî ji bo Kurdbûne dike, bila were ser erda xwe bike. Ew li wir xerîb in ku heya niha ji wan re nabêjin birayên me, dibêjin xelkê Sûrî. Tu îtîrafê bi wan nakin. Li wir ji bo pere çek rakirine ne ji bo Kurdbûnê. Tirk birayê wan li vir dikujin, axa me dagir dikin û li wir jî talîmatên xwe ji Tirkan digrin. Li wir şerê birayên xwe dikin, ev ne dirûst e. Ya bibe şeref ew e ku vegere xaka xwe û çekê hilde. Ez ê her jê re bibêjim ku çeka xwe deyne û were mala xwe.”

`WERIN BEREVANIYÊ AXA XWE BIKIN`

Ciwan Mihemed, bang li birayê xwe û hemû çeteyên Roj kir û got, “Şerê birakujî nekin. Ger bixwazin û dirûst bin wê demê vegerin ser axa xwe şerê dijminên xwe bikin. Derdora me dijmin e. Efrîn, Serêkaniyê hatiye dagirkirin. Werin berevaniyê ji axa xwe re bikin. Li wir tu nan nadin we. Ger rastî Kurdîbûn li gel we heye werin li vir bikin.”

ÇIMA ŞENGAL NEPARASTIN?

/kr/uploads/files/2021/11/23/204924_rezan-ekrem.webp

Birayê Rêzan Ekrem, bi navê Kawa Ekrem ev 7 sal in di nav çeteyên Roj de ye dibêje, tu ferqa wan ji dijmin tine ye û şerê wan yên li hember gerîla jî wek şermek mezin pênase dike. Rêzan Ekrem, wiha axivî, “Cîhan bi giştî ji xwe şerê Kurdan dikin ku ez jî li dijî birayê xwe şer bikim em ê çawa biserbikevin? Ew dibêjin `em ne şaş in.` Lê berçav e û kesî nexapînin. Min jî çek hilda li Şengal, Şedadê, Minbic şer kir. Dijminên min berçavan bûn. Min welatê xwe parast. Me bi çavê xwe dît li Şengalê rêviyan. Çima neparastin?  Ew bi pere kirîne. Divê mirov xwedî exlaq û welat be. Ger ez ji bo welatê xwe nekim ji bo pere bikim ez ê tu carî bi sernekevim. Karkirina birayê min bi dijmin re ji bo min gelekî giran e.”

`GER KURD BE WÊ LI DIJÎ GERÎLA ŞER NEKE’

/kr/uploads/files/2021/11/23/204840_dilbirn-ereb-resul.webp

Birayê Dilbirîn Ereb Resul, bi navê Cegerxwîn Ereb Resul ev 3 sal in di nav çeteyên Roj de ye. Dilbirîn Ereb Resul banga vegerê li birayê xwe dike û dibêje: “Gelek caran ez jê re dibêjim ku ew rê ne rast e ku çeteyên Erdogan wan bi rê ve dibin. Em bi hêvîn e wê vegere û ji bo welatê xwe kar bikin. Kesekî ku Kurd be li dijî gerîla şer nake. Ew rêya îxanetê ye. Birayê min bi xwe ji me re dibêje em li ser talîmatên Tirkan hatine qadên gerîla. Dijminê me yê herî mezin Tirk in.”

ANHA