Ozgur Muftuoglu: AKP hewl dide bi daneyên şaş aboriyê baş nîşan bide

Ekonomîst Ozgur Muftuoglu diyar kir ku AKP hewl dide bi daneyên şaş rewşa xirab a aboriya Tirkiyê wekî ku baş be nîşan bide û got "Çi qasî hewl bidin rewşa xirab a aboriyê binixumînin jî, mirov rastiyê di jiyana xwe de dibînin."

Ozgur Muftuoglu: AKP hewl dide bi daneyên şaş aboriyê baş nîşan bide
24 mijdar, 2021   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de aboriya Tirkiyê her ku diçe xirab dibe, nirxê pereyê Tirkiyê dadikeve û dolar 11 lîreyê Tirkiyê derbas kir. Hikumeta AKP'ê û serokê wê Erdogan gelek caran got 'faîz sedem e, enflasyon encam e'. Ekonomîst Ozgur Muftuoglu diyar kir ku vê gotinê tu wateya xwe nîn e û ev rewş encamên siyasî û çînî bi xwe re tîne.

Me bi ekonomîst Ozgur Muftuoglu re li ser rewşa aboriya Tirkiyê û nîqaşên têkildarî hilbijartinên pêşwext ên girêdayî vê yekê, axivî.

Erdogan dibêje "faîz sedem e, enflasyon jî encam e" lê her ku faîz kêm dibe, enflasyon zêde dibe. Mebesta Erdogan ji vê gotinê çi ye?

Aboriya Tirkiyê di krîzeke giran de ye. AKP bi krîzekê hat ser desthilatê û ji roja hatiye ser desthilatê ve, krîz çareser nekiriye. Sektorên cuda gelek sûd ji vê wergirt. Sermayeya navneteweyî û saziyên kapîtalîzmê jî ji vê pêvajoyê razî bûn. Bernameyên neo-lîberal her sê salan carekê rê li ber guhertina desthilata siyasî vedike lê li Tirkiyê AKP ev 19 sal e bi 'serkeftineke awarte' van polîtîkayan dimeşîne. Fikara wan a bingehîn ne çareserkirina krîzê ye, lê berdewamkirina krîzê ye.

Di van demên dawî de alozîyeke mezin çêbû. Bi taybetî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an dîtin ku desteka civakî ji holê radibe. Di wê pêvajoyê de ewilî kaoseke siyasî afirandin. Pêvajoya çareseriyê bi dawî bû. Di nava vê kaosê de, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de careke din bûn desthilatdar. Piştre rejîmeke rewşa awarte piştî derbeya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin. Sîstemeke serokatiyê anîne ku Erdogan tê de bûye tekane zilamê ku hemû desthilatdariyê di destê xwe de dike yek.  Ji wê deme ve ne li gorî nêrîna derdorên civakî, ne jî bi aqilane Tirkiyê bi rê ve dibe.

Hikumeta AKP'ê bi rikdarî polîtîkayeke nerasyonel li Tirkiyê pêk tîne. Ez gotina Erdogan a 'faîz sedem e, enflasyon encam e' bi mentiqî nabînim. Di vir de rastiyek nîn e. AKP di demeke krîz û kaosê de hat ser desthilatê. Ji bo parastina vê desthilatê, her tim ji kaosê sûd wergirt. Krîza aborî jî çêbû, krîzeke siyasî jî.

Di encama bilindbûna enflasyonê de xizanî zêde dibe. Bêkarî dê di demên pêş de zêdetir bibe. Yekane şîroveyeke vê pêvajoyê heye; ev rewşa heyî meseleyeke siyasî ye.

Barê sereke yê krîza aboriyê ya li Tirkiyê li ser milê karker û xizanan e. Li aliyê din kesên krîzê vediguherînin fersendekê jî hene. Bi van polîtîkayên aboriyê yên AKP'ê kî qezenc dike û kî ji dest dide?

Bi taybetî di salên dawîn de bi navê “çeteya pêncane” hin şîtket hene. Çavkaniyên gel ji bo sektora sermayeyê tên bikaranîn. Ev derdor ji vê yekê gelekî sûdê werdigirin. Ji bo balafirgehên ku balafir lê danakevin, dolar û pereyên biyanî tên dayîn. Pir û otoban jî wisa ne. Her ku nirxê dolar zêde dibe kara wan jî zêdetir dibe.

Di pêvajoyekê de ku nirxê pereyên biyanî zêde dibe, ew ê hewl bidin mesrefa zêde ya enerjiyê ji keda karkeran derxin. Ji ber vê yekê dê kedkar xizantir bibin.

Bi taybetî di nava 30-40 salên dawîn de Tirkiye ji hilberîna çandiniyê û sewalvaniyê dûr ket. Her tişt tê hawirdekirin. Em ê vê yekê di dema pêş de hê zelaltir bibînin. Buhayên van hemû berhemên hatine hawirdekirin dê di nava van buhayan de bên nîşandan. Ji ber vê yekê jî Tirkiye dê di warê dabînkirina qût de bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû bimîne.        

*Daneyên TUÎK’ê (Saziya Statîstîkan a Tirkiyê) îdia dike ku îstîhdam zêde dibe û bêkarî kêm dibe, lê em dibînin ku bêkarî, birçîbûn û xizanî zêde dibe. Polîtîkayên aboriyê yên AKP'ê li ser gel bandoreke çawa çêdikin?  

AKP ev demeke dirêj e bi rêya TUÎK’ê hewl dide hemû neyîniyên aboriyê paqij bike. Lê ev ne realîst e. Em wan di jiyanê de dibînin. TUÎK'ê got enflasyon ji sedî 20 e lê di rastîyê da, dema ku mirov li dikanan dinêre, bi kêmanî ji sedî 50 ye. Ev dê di dema pêş de zêdetir bibe. Bêkarî jî wisa ye. Em dibînin ku bêkariya ji ber pandemiyê çêbûye û nayê telafîkirin jî dibînin. Em rastiyê ji daneyên hin saziyên serbixwe dibînin ku li ser enflasyona pêwîst dixebitin. Li Tirkiyê bêkariya ciwanan zêde ye. Di warê enflasyonê de ev yek pir zelal e.

Li Tirkiyê di her malbatê de yek an jî du bêkar hene. Encamên enflasyonê bi giranî li ber çavan in. Rastiyek heye. Lewma ev rastî nikare bê nixumandin. Daneyên TUÎK’ê jî êdî nikarin vê rastiyê binixumînin.

TUÎK dibêje ji sedî 20 enflasyon heye. Enflasyona rasteqîn ji sedî 50 ye. Ferqa di vê navberê de, ji berîka karkeran didizin. Lewa daneyên TUÎK’ê bê wate ne. Ev yek ji bo rehetkirina alîgirên AKP'ê hincetek e, lê em dibînin ku desteka civakê jê re namîne.

Budçeya şer her sal zêdetir dibe. Çavkaniyên şer re tên veqetandin, bandoreke çawa li aboriyê dikin?

Tirkiye dibêje ew dewleteke sosyal e, wekî ku di destûrê de hatiye nivîsandin. Divê pêwîstiyên bingehîn ên civakê bên dabînkirin. Di vê çarçoveyê de divê parên ji bo perwerde, tenduristî û ewlekariya civakî bên veqetandin. Pandemî heye û her roj bi qasî 200 kes pê dimirin. Lê budçeyeke guncaw a tenduristiyê tune ye. Heman tişt ji bo perwerdeyê jî heye. Ev pirsgirêkeke ewlehiya civakî ye. Hûn li xwendekaran dinêrin, pirsgirêkên wargehan hene. Ev hemû pirsgirêkên civakî, her ku diçe girantir dibin û dewlet çareseriyê peyda nake, dema tu ji wan dipirsî jî dibêjin pere tune ye. Ji ber vê yekê dema tu dibêjî ka pere li ku ye, behsa razemeniya xwe ya li çekan dikin. Vê yekê ji bo civakê feydeyeke xwe nîn e. Karker dibêjin mûçeyên me kêm in, divê heqdest werin zêdekirin an jî şertên baştir ên xebatê hebin. Wê demê divê li cihê ku çavkanî di vê budçeyê de diçinê, binêrin. Helbet divê mirov li siyaseta şer jî binêre.

Di van demên dawî de tezkere hebûn. Biryarên ji bo şer, bi awayekî rast ji civakê re nayên vegotin. Bi temamî bi awayekî neteweperest tên vegotin. Ev hemû rasterast mirovan xizan dikin. Wê demê divê civak di vê mijarê de bê zanakirin. Di civakekê de şêweyê herî rasyonel ê rêveberiyê polîtîkayên aştîxwaz in. Şer her tim jiyana karkeran dixe xetereyê û xizan dike. Şer her tim encameke bi vî rengî derdixe holê. Divê em ji bo aştiyê israr bikin.

Gelo bi polîtîkayên heyî yên AKP'ê aboriya Tirkiyê dikare were başkirin?

A rast, yan serokê Banka Navendî yan jî wezîrê aboriyê derdixin pêş lê tu kes nikare di vê pêvajoyê de polîtîkayeke rasyonel bimeşîne. Dibe ku hûn di rêveberiya aboriyê de cuda bifikirin, lê eger hûn welatekî bi rê ve bibin, divê hûn sedemên polîtîkayên xwe rave bikin. Piştî ku rejîma yekzilamî hate avakirin, rejîma Qesrê her tiştî bi rengê ku dixwaze, dike û kes nikare vê nîqaş bike. Yên ku digotin dolar dê bibe 10 lîre, hatin darizandin. Dolar bû 11 lîre. Kesên digot dê dolar bibe 10 lîre, doz lê vekirin. Hê nikarin gel û civaka xwe îqna bikin.

Rewş helbet çînî ye. Lê qet nebe divê tu beşeke diyar îqna bikî. Wezîrê aboriyê yê dawîn bi xwe qebûl kir ku tê payîn ji kar bê avêtin. Ne pêkan e ku polîtîkayên wan ên aboriyê ji bo Tirkiyê bibin çareserî. Ji bo ku li Tirkiyê çareserî çêbe, divê Tirkiye demokratîk bibe. Li şûna ku li çareseriyên aboriyê bigerin, divê li çareseriyên siyasî bigerin. Divê ev yek li ser bingeha demokrasî, aştî û dewleta hiqûqê be.

Gelên Tirkiyê ji krîza aboriyê û desthilata AKP-MHP'ê çawa dikarin xelas bibin? Di demekê de ku bangên ji bo hilbijartinên pêşwext zêde dibin, ji bo pêşeroja nêzîk pêşbîniya we çi ye?  

Sedema van hemû polîtîkayan bingeheke çînî ye. Çareseriya li vê derê divê bi tenê li ser hilbijartinekê neyê kirin. Divê kanalên ku bi rêya wê gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk karibin bersivê bidin û saziyên demokratîk bên avakirin. Tenê çûyîna ser sindoqan û wergirtina dengan ne bersiv e. Li şûna vê yekê divê li her derê têkoşîn bê xurtkirin. Divê karker hilberînê rawestînin û li ser pêvajoya hilberînê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna ji bo ekolojiyê gelekî girîng e. Têkoşîna jinan jî di vê çarçoveyê de girîng e.

Her yek ji wan pêwîst e li herêmên xwe dengê xwe bilind bikin. Di encamê de divê hêza xwe bikin yek. Heke bi hev re tê bikoşin, heke têkoşînên xwe di vê çarçoveyê de bikin yek û li gorî vê yekê tê bikoşin, bê guman dê serkeftin çêbe. Mesele ne tenê çûyîna hikumeta AKP'ê ye. Pirsgirêka bingehîn demokratîkbûna Tirkiyê ye. Her wiha pir girîng e bê ka piştî ku ew çû, dê kîjan feraset bikeve şûna wê. Ferasetên ku dê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê bi nêzîkatiyeke demokratîk çareser bikin, divê li hev bicivin û alternatîfekê deynin pêş civakê.