​​​​​​​Feramandareke YPJ: Me hewl da jinan di aliyê leşkerî û civakî de biparêzin

Ji fermandarên YPJ'ê Zinarîn Qamişlo got: " YPJ'ê xak û jin parastin, jin vegerandin cewherê wê yê rasteqîn û şerê zihniyeta baviksalar dike."

​​​​​​​Feramandareke YPJ: Me hewl da jinan di aliyê leşkerî û civakî de biparêzin
24 mijdar, 2021   03:07
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Bi boneya 25'ê Mijdarê (Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinan a Cîhanê), ji fermandarên YPJ'ê Zinarîn Qamişlo bersiva pirsên ANHA'yê da. Zinarîn Qamişlo, mijarên girêdayî rola wan di têkoşîna li dijî gefên li ser jinan û doza rizgarkirina jinan nirxandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

Bi rasthatina Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, hûn şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin?

Naskirina Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê xwedî nirx e. Divê em baş bizanibin ku ev têrê nakê. Berê jî 8'ê Adarê wekî Roja Jinê hate ragihandin ev roj jî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Ji ber ku ev roj encamên berxwedan û fedekariyên jinan e. Pirsa li vir derdikeve, gelo ev têrê dike? Gelo me karî jinan rizgar bikin.

Tevahî cîhan bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû maye, heger em behsa taybetmendiyên jinan û rola wê di civakê de bikin, em ê bibînin ku ya azaran dikişîne û niha rastî tundiyê tê, jin e. Lê ev nayê wateya ku ragihandina Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bê qîmet e, lê belê têrê nakê.

Bangewaziyên ji bo piştgiriya jinan têrê nakên, ji bo vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê em hêzên parastinê piştgiriya vê rojê dikin û bi tevahî jinên cîhanê re hevgirtî ne. Em banga rawestandina tundiya li ser jinan çi fîzîkî be, an derûnî be an fikirî be dikin.

Em hewl didin jinan ji qeydan rizgar bikin û îradeya wan xurt bikin, her wiha beşdarbûna wê di avakirina civakê de zêde bikin da ku zêdetir pêş bikeve. Em ê hewl bidin ku girîngiya vê rojê bi mêran û civakê bidin nasîn. Ji ber vê yekê em ji bo mafên jinan tê dikoşin, da ku dengê wan bighînin tevahî cîhanê û ji jinan re bêjin ku em di têkoşîn û perwerdekirina we de bi we re ne.

Wekî YPJ rola we di avakirina civakeke azad, demokratîk û bê tundî de çi ye?

Di demekê de ku tundî li ser jinan tê meşandin, gelo jin dikarî fêde û zanebûnê qezenc bike û tev li avakirina civakê bibe? Wekê tê dîtin, heger bi destê mêrê serdest bikeve, derfet nade jinan ku beşdarî avakirina civakê bibin, heger derfet bide jî wê li gorî xwestek û zihniyeta xwe dide, ji ber ku mêrê serdest jinan di sînorekî de dihêle û hewldanên wan asteng dike. Ji ber ku ziyniyeta baviksalarî ya kapîtalîst çewisandin û desthilatdariyê dimeşîne. Lê li Bakur û Rojhilaêt Sûriyê-Rojava, wekî gava yekemîn me xwest rastiya jinê derxînin û wê bi rastiya wê, hêza wê û girîngiya hebûna wê di civakê de bidin nasîn. Ev yek heman demê wê fêdeyî li civakê û pêşxistina wê bike.

Di demekê de ku dagirker bi domdarî herêmên me dike hedef, YPJ'ê destek da jinan û wan ji binpêkirinan parast, rê nîşanî wan da û ew bi rêxistin kirin. Ne ji parastina ku YPJ`ê peyda kiriya bûya, civakê nedikarî xwe ragire û pêş bikeve. Li kêleka parastinê, YPJ'ê hewl da têgihîştinê li cem jinan ava bike. Ji ber vê yekê YPJ'ê xwedî bandor bû çi di aliyê leşkerî û çawaniya parastina gel de û çi jî di aliyê civakî û çawaniya guhertina zihniyeta bavilsalar ya desthilatdar de, da ku civakê ber bi edalet û wekheviyê ve bibe û çawa hişt ku jin bibe xwedî îrade û urf û adetên paşketî derbas bike.

YPJ'ê xak û jin parastin, zihniyeta baviksalar guhert, jin vegerandin cewherê wê yê rasteqîn.

Li Bakur û Rojhiltê Sûriyê YPJ'ê dikarî îmaja qalib a rêxistinên leşkerî yên jinan biguheranda. Şervanên YPJ'ê li şeran pêşde çûn, bajar û gund ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, çek rakirin, ne tenê şerê dijmin kirin, di heman demê de şerê ziyniyeta baviksalar a ku ketiya koka jiyanê kir.

Sîstemên kapîtalîst tu carî ji jinan re nebûne çavkaniya parastinê, berovajî vê ji wan re bûn çavkaniyên pirsgirêkan, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Rêber Abdullah Ocalan di analîzên xwe de kapîtalîzmê bi dizê ji malê wesif dike. Diz pere û kelûpelan didize û îdia dike ku milkên wî ne. Ji ber vê yekê qanûn ji xwe re danîn da ku bide xuyakirin ku tiştên dizîne ayidê wî ne. Kapîtalîzmê her tiştên taybet bi jinan dizîn û kir milkên xwe yên taybet û jin ji mafên wan ên herî biçûk bê par hiştin. Ji lew re em dibînin ku pêvajoya herî zêde ya jin ji mafên wê bê par hişt, pêvajoya sîstema kapîtalîzm e. Kapîtalîzm jinan dike amûra reklamê û bi nîşandana bedena wê kir kole, her wiha kir alaveke xemildandinê û ew ji cewherê wê yê rast derxist û wêneya jinan li her tiştê xist, kir wekî amûrekê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe. Li ser vî esasî em şerê sîstema kapîtalîst dikin û bi tu awayan qebûl nakin.

Em dibînin ku jin dixeniqe û bi kûrahiya pergala kapîtalîst ve tê kişandin, wê tenê ji bo zayînê û çêkirina zarokan û dewamkirina zurriyetê dibînin, lê weke miroveke xwedî vîn, hêz û afirên nabînin.

Li dewletên Ewropayê mayîna bi tenê li malekê wekî azadiya jinan dibînin. Lê mixanbin ew bi vê yekê bawer in. Li Rojhilata Navîn di bin qalibê ol û dogmatîzmê di bin navê urf û edetan de, jin ji bo vê yekê tên tepisandin. Ev her du fikir dibin hêz û çavkaniya kapîtalîzmê ya kolekirina jinê.

Di kapîtalîzmê de projeyek ji bo jinan nîne û dê nebe jî, bi dîtina wan jin ji bo têrkirina mêran di aliyê zayendî ve û zêdekirina nifûsê ye, wekî din jin weke pêkhateyek xwedî maf, erk û pêwîstî nabînin. Dema ku em kapîtalîzmê rexne dikin, dixwazin sîstemeke alternatîf li şûnê ava bikin. Tişta ku ji jinê re tê pêşkêşkirin li ser hebûna wê xeter e û wê ji cewhera wê ya bingehîn dûr dixe û di bin navê modayê de hişê hemû jinan wekhev dike. Her jinek bi xwe fikir û romanek e, ji ber ku her jinek bi rêbazên cûda dikarin xwe û civaka xwe pêş bixin.

Li gel şer û nakokiyên cîhanî, YPJ'ê cihê xwe li ku dibîne?

Dema ku em koçberên li cîhanê dibînin em pir diêşin, ji ber ku koka mirovahiyê ne wiha ye. Lê îro her tişt berovajî bûye, ev yek mirov pir diêşîne. Em YPJ'ê ji vê dîtinê diêşin ji ber ku qurbana herî mezin jin û zarok û kesên temenmezin in.

Li ser vê xakê rêgazên exlaqî şîn bûn, tib hat keşifkirin, li ser vê xakê mirov hîn bû ku çawa xwe ava bike û jiyana xwe ya xwezayî berdewam bike.

Avhewa ya guncaw û erdnîgariya guncaw ev derfet da mirov, mirov ji ezmûnên ku ji rêwîtiya xwe ya koçeriyê ya bi mîlyonan salan girtiye, li ser van esasan jiyana civakî ava kiriye. Li ser axa Mezopotamyayê û li ser vê axê jiyan ji nû ve zindî bû, lê tişta ku em niha dibînin, veguhertina mirov ji nûbûnê ber bi bajarîbûn, kapîtalîzm û dagirkeriyê ve ye, ji ber ku cihê ku jiyanê jê dest pê kiriye bi desthilatdariya şeran hatiye xeniqandin. Pevçûn, kuştin, birçîbûn û qutkirina kokê ji her alî ve ye. Mixabin dema ku em dibînin ku ji devera ku jiyan lê ava bûye, koçberî welatên derve dibin, em aciz dibin.

Bi şoreşa Rojava û projeya Rêveberiya Xweser re em hewl didin resenbûna mirovahiyê vegerînin cihê wê yê rast, anku civak karibe bêyî desthilatdar xwe bi rêve bibe, saziyên xwe ava bike û bi xwe pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin. Ev sîstem sîstemeke pir dewlemend e. Li Rojava jinan rola xwe di vî sîstemê de lîst û ji cîhanê re bûn mînak. Li gel vê yekê jinan hêza xwe ya leşkerî ava kir. Her çiqasî derfet bi dest me bikeve ku jiyaneke ewle biafirînin em ê li ser vê yekê bixebitin, ji ber ku hêza parastinê yek ji hêzên bingehîn e ku divê pê ve girêdayî bin da ku karibin xwe biparêzin.

Em YPJ'ê bi rêya akademiyên xwe û hêzên xwe yên leşkerî me girîngiyeke mezin da xweperwerdekirinê da ku bighêjin armancên xwe. Her wiha em herêmên rizgarkirî diparêzin. Ji bo herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û AKP'ê ve hatine dagirkirin em hêza xwe kom dikin da ku wan vegerînin. Her çiqasî em herêmên xwe yên ewle biparêzin em dikarin jiyaneke ewle ji jinan re û civakeke azad a li derdora jinan kom dibin re, ava bikin.

Çek ne çareseriya serkeftî ya ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan e. Parastina jinan bi guhertina zihniyeta bavilsalarî ya desthilatdar dest pê dike. YPJ'ê vê rastiyê dizane û ji bo derbaskirina vê astengiya di têkoşîna xwe ya rizgarkirina jinan de, YPJ'ê dewreyên perwerdeyê yên fikirî ji şervnên jin re vekirin ku bawer bikin ku guhertina rasteqîn ji jinan ve dest pê dike.

Di tevahî şer û nakokiyên çekdarî de, di radeya yekemîn de jin tên hedefgirtin, encamên vê yekê çi ne û bi nêrîna wê jin dikarin çawa xwe biparêzin?

Me berê jî bi bîr xist, civak bi taybet jin dibin qurbanê siyasetên ku li ser wan tên meşandin. Ev yek di kampên koçberan de diyar dibe, ya ku rastî zilm û çewisandinê tê jin e. Divê em ji xwe bipirsin, çawa em dikarin jinan ji vê êşê xilas bikin. Heger ev sîstema heyî berdewam bike dê li ber erka jinan astengî be. Li vir asta xwerêxistinbûyîna jinan çi ye, her wiha asta dostaniya jinan bi zayendê li beramberî xwe çi ye, çiqas di nav xwe de di nava kakokiyan de ye ku zihniyeta baviksalarî ya di civakê de bi dawî bike. Di vi aliyê de em kêmaniyan dikin.

Piraniya qurbaniyên şeran, jin, zarok û kesên bi temen in. Ji bo rê li ber vê were girtin, em çiqasî dikarin rêxistinbûyîn û zanebûna xwe kûr bikin. Sîstemeke desthilatdar heye û xwe pê ve girêdayî ye, ev rastiyeke şênber e, lê heger em bibin yek em dikarin vê sîstemê biguherin. Heger jinên cîhanê li hemberî sîstema desthilatdar bisekinin dikarin dawiyê lê bînin, lê di civaka me de têkoşîneke navbir û yekitiya navbir heye, ev yek encamên ku tê xwestin bi xwe re nayîne.

Di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de me hevgirtineke civakê ya mezin dît, cara yekemîn saziyên xwe yên civakî li ser sîstemên desthilatdar ferz kir, bi awayekî eşkere hêza civakê derket holê. Ev hevgirtin me di şerên li Kobanê de jî dît, civakê dikarî li hemberî desthilatdariyê ji bêdengiya xwe derkeve û gelek pêşketin afirand. Li ser vê yekê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Tevî ku Kobanê herêmeke biçûk e, lê dikarî rihê civakê ji nû ve di nav pêkhateyên cîhanê de vegerîne û nameya xwe bighînin sîstemên desthilatar ku ew şerê ne adil ê li hemberî civakê qebûl nake.

Bi dagirkirina gelek herêmên Sûriyê re ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, gelek jin ketin destê çeteyan, we di pêngavên xwe de gelek jin rizgar kirin, hûn vê hestî çawa wesif dikin?

Ji bo me dagirkirina herêman bi xwe êşek e. Dema ku em xelkên xwe yên koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dibînin pirsa vegera xwe li herêmên xwe ji me dikin. Pir zehmet e ku mirov bê cih û war be. Ev pirs ji me tê kirin ku ji ber ku em hêzên parastina vê civakê ne. Li aliyekî din dagirkerî bi xwe karekî ne exlaqî û ne mirovî ye. Li herêmên dagirkirî jin tên hedefgirtin û hejmara wan pir e, dijmin jî rastiya vê yekê dizane. Dema em dibêjin dijmin em qala hişmendiya baviksalarî ya 5 hezar sal dikin ku texmîn dike bi êrişên xwe yên li ser jinan dikare êrişê civak, nirx û exlaqê bike û di encamê de mirov têk bibe. Zihniyeta bavikslarî vê yekê baş dizane.

Sîstemên desthilatdar civakê parçe dike û paşê bi hêsanî têk dibe. Çeteyên DAIŞ'ê zihniyeta baviksalarî ya 5 hezar dimeşîne, jin kir hedef, jinên ciwan ên êzidî revandin û wan di bazran de firotin. Her wiha hikumeta AKP'ê xwedî ev zihniyet e. Piştî ku DAIŞ têk çû, AKP'ê heman zihniyeta DAIŞ'ê li Efrîn û Serêkaniyê dimeşîne. Ferq di navbera zihniyeta DAIŞ û zihniyeta AKP'ê de tuneye, li lew re dema jin ji vê zihniyet û zilmê tên rizgarkirin, ev ji me re cihê serferaziyê ye.

Ev hest nayê wesifandin, dema ku me jin ji zilm, koletî û çewisandinê rizgar dikirin, rûndik ji çavên wan dibariyan, êş û azarên ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê kişandine, dûrxistina wan ji baweriya wan, binpêkirinên ku li hemberî wan dihatin kirin çi fîzîkî be an derûnî be ji çavê wan xuya bûn. Dema ku jin rizgar dibin, ne tenê rizgarkirina fîzîkî bû, di heman demê de rizgarkirina çand, dîrok û folklora civakê bû, ji ber vê yekê ev rizgarkirin xwedî nirx û rûmet bû.

Îro dema ku jinên ciwan ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê koçber dibin û xwe dispêrin herêmên ewle, ji me re dibêjin ku ev ji bo wan jidayikbûneke bû. Di heman demê de rihê hêviyê di dilê me de diçînin. Em bi dilekî germ wan hembêz dikin û berpirsartiya xwe ya li hemberî wan dizanin. Rizgarkirina jinan û destkeftiyên ku me qezenc kirine pîroz û serkeftinek in.

Bi hatina Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, hûn dixwazin peyamekê bidin jinên cîhanê?

Bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan gelek bangewazî ji bo jinên cîhanê hene, dema ku jin bixwaze xwe rizgar bike divê em asta xeteriya sîstema kapîlalîzmê nas bikin û çawa nasnameya me asîmîle dike û me ji cewherê me yê rasteqîn dûr dixe û hewl dide me ber bi koletiyê ve bibe. Destpêkê divê em ji sîstema baviksalarî hişyar bikin û li hemberî wê têkoşînê bikin. Ya din divê her jinek xwe, hebûna xwe û dîroka xwe û rola ku jê tê xwestin nas bike û bizanibe çi dixwaze û çi naxwaze. Ya sêyemîn divê em jin rêxistinkirî bin. Heger li Afrîka tundî li jinekê were kirin û jinên cîhanê êşa wê hîs nekin, divê li fikirê komînal, wekhevî û azad bigere.

Divê jin birêxistinkirî be, xwe biparêze, daxwaza mafên xwe be û hesab ji kesên ku mafên wê binpê dike, bixwaze, ne wisa be wê mafên wê ji dest biçe.

Li Kobanê û Serêkaniyê em li hemberî hemû êrişan sekinîn û me şerê zihniyeta baviksalarî kir. Niha hikumeta AKP'ê gef û êrişan dikin. Li herêmên dagirkirî binpêkirinên herî qirêj li dijî jinan dikin, li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk bi balafirên bê mirov li pêşiya çavê cîhanê êriş dike. Gelek diplomat û nûnerên dewletan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û Rêveberiya Xweser û tabloya mûzaîk ji nêz ve nas kirin û ev proje ecibandin.

Bi vê wesîleyê, em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku xwedî hêz û îradeyek bin, li hemberî tundiyê serî hildin û her roj jinan biparêzin.

ANHA