'Rûxandina peykerê li Çerxerêya Newroz nîşaneya hişmendiya dewleta Tirk e'

Gelek hunermendên efrînî yên li kantona Şehbayê diyar kir ku xirabkirina peykerê li Çerxerêya Newroz ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, hişmendiya wê ya dijberî hemû gelên herêmê nîşan dide.

'Rûxandina peykerê li Çerxerêya Newroz nîşaneya hişmendiya dewleta Tirk e'
23 mijdar, 2021   09:03
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend rojan peykerê li Çerxerêya Newroz a li ser rêya Raco ya naverasta bajarê Efrînê yê dagirkirî, rûxand. Lê beriya ku birûxîne navê çerxerêyê kiribû "Selahaddîn".

Artêşa dagirker û çeteyên wê dema Efrînê dagir kir, peykerê Kawayê Hesinkar ê li ser rêya Heleb-Efrînê rûxandibû û navê wê kiribû "Çiqilê Zeytûnê".

Li hember rûxandina peykerê li Çerxerêya Newroz hunermendan berteka xwe nîşan da û ev kiryar wek êrişên li dijî çanda gelê herêmê bi nav kir.

Hunermend Niyazî Sîdo got: "Çerxerêya Newroz nîşaneya roja biratî û aştiyê ji bo gelê herêmê, her wiha nîşaneya serhildana gelan a li dijî zilmê ya bi serkêşiya Kawayê Hesinkar e."

Sîdo diyar kir ku roja Newrozê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya gelê herêmê pîroz û girîng e, ji ber wê rûxandin û rakirina peyker nîşaneya hişmendiya dewleta Tirk a dijberî gelên herêmê ye.

Niyazî Sîdo kiryarên ENKS`ê û hevkariya wê bi artêşa Tirk a dagirker re ji bo tunekirin û çewisandina nasnameya kantona Efrînê, şermezar kir û got: "ENKS nikare kêliyekê tenê jî parastina destkeftiyên gelê herêmê bike."

Hunermend Guneh Mistefa jî helwesta ENKS`ê ya ku îdiaya parastina destkeftiyên gelê Kurd û gelê herêmê dike, şermezar kir. Mistefa destnîşan kir ku ENKS bûye berdevka artêşa Tirk a dagirker û di hemû boneyan de parastina wê dike, lê ew berpirsa sûcên li Efrîna dagirkirî ye.

Guneh Mistefa got: "Şûnwar û sembolên pîroz ên kantona Efrînê, nîşaneya şaristaniyên li herêmê ne, ji lew re artêşa Tirk bi rûxandin û talankirina wan dixwaze dîroka wan şaristaniyan tune bike. Li ser vê yekê em bang li partiyên kurdî û cîhanê dikin ku yekser destwerdanê bikin da ku dawî li sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî çanda gelê herêmê bînin."

Li aliyekî din jî hunermend Rêzan Bekir jî got artêşa Tirk ji dema kantona Efrînê dagir kiriye û vir ve şûnwarên herêm pê tê naskirin, dirûxîne da ku demografiya herêmê biguherîne, wekî Keleha Nebî Hûrî, Eyn Darê û Kevirê Ker.

Bekir destnîşan kir ku artêşa Tirk nikare vîn û israra wan têk bibe yan jî wan dûrî bajarê wan bixe û got: “Efrîn dê di dilê hemû koçberên efrînî de bimîne û artêşa Tirk çi bike jî dev ji Efrînê naqerin. Berxwedan û israra koçberên Efrînê yên li Şehbayê nîşaneya vê yekê ye."

Rêzan Bekir di dawiyê de îşaret pê kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê, parastina çand û nasnameya wê; çi were xwestin ew ê bikin.

(eh)

ANHA