Malbata ku tecawiz li zaroka wê hatiye kirin banga hesabxwestinê dike 

Malbata zaroka 2 salî ku ji aliyê kesekî nenas ve li bajarokê Kefernaya yê kantona Şehbayê tecawiz lê hate kirin, banga hesabxwestinê dike.

Malbata ku tecawiz li zaroka wê hatiye kirin banga hesabxwestinê dike 
23 mijdar, 2021   10:11
ŞEHBA - FÎRAS IBRAHÎM-LEYLA LORAN

Li kantona Şehbayê di 13'ê Mijdarê de, kesekî nenas tecawiz li zaroka bi navê L.X. kir û avêt ber rê.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane, kesekî nenas tecawiz li zaroka ku temenê wê salek û 8 meh e kiriye. Zarok dema ku bi zarokên din re diçû cem malbata xwe ya li nava zeytûnan, hate revandin û ev sûc li dijî wê pêk hat.

Dapîra zarokê diyar kir ku dema ku L.X. bi zarokên din re seat dora 15:00'an diçû cem bav û bapîrê xwe ku di nava zeytûnan de dixebitîn, tecawiz lê hate kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/23/080853_al33swrh-thtah-ila-tmwyh-copy.webp

Dapîra wê diyar kir ku dema zarok gihaştin têketina bajarok, kesek nenas rastî wan hatiye û pere dane wan da ku wan bigihîne malbatên wan, lê dema zarokan ew yek red kiriye, zaroka bi navê L.X. revandiye.

Her wiha zarokên din çûne cem bavê wê da ku agahiyê bidinê û li ser vê yekê bavê zarokê li tevahî bajarok lê geriyaye û herî dawî li ber rê dîtiye. Her wiha dapîrê got dema ew zarok li ser rêya Kefernaya-Dêrcimêl hatiye dîtin, tecawiz lê hatibûye kirin.

Dapîrê destnîşan kir ku zarok birine nexweşxaneya navçeya Fafînê lê ji ber rewşa wê giran bûye, veguhastine nexweşxaneya Helebê. Dapîrê anî ziman ku bijîşkan mudaxele kiriye û di demên bê de dê mudaxeleyên din ên tenduristî çêbin.

Li gorî dapîra wê, roja duyemîn bavê zarokê ber bi cihê bûyerê ve çûye da ku bigihêje nasnameya kesê sûcdar, lê belê li cihê bûyerê tenê pereyên bixwîn dîtine.

Dapîra zarokê bang li aliyên peywendîdar kir ku bi lez kesê sûcdar were girtin û darizandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriye gel nerazîbûnek li hember vê bûyerê nîşan da û derketin xwepêşandanan, sûc şermezar kir û bang kirin ku bi lez sûcdar bê girtin û darizandin.

(dm)

ANHA