​​​​​​​Desteya Aborî û Çandiniyê piştgiriya ji cotkaran re didomîne

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kir ku sedema rawestandina belavkirina tov li cotkaran ew e ku depokirina stratejîk a genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, lê dîsa jî Rêveberiya Xweser piştigiriya welatiyan dike da mewsim baş bibe.

​​​​​​​Desteya Aborî û Çandiniyê piştgiriya ji cotkaran re didomîne
23 mijdar, 2021   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN-RÊNAS REMO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandinî ji stûnên aboriya civakî ye û Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve piştgiriya vê qadê dike da ku mewsim baş were.

Her çi qasî rêveberî destekê dide jî, lê her tim welatî daxwaza desteka zêdetir û peydakirina xizmetguzariyan dikin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hewcedariyên cotkaran dabîn dike û rewşa qada aborî û pîşesaziya herêmê dişopîne, piştrast kir ku armanca sereke ya desteyê ew e ku qada çandinî û aboriyê bi pêş bixe da ku rewşa debarê li herêmê baş be.

Bi destpêkirina mewsima çandiniyê re, cotkaran li ser wernegirtina miqdarekî baş ji tov û mazota taybet bi çandiniyê; gazinên xwe kirin. Li ser vê yekê hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo diyar kir ku mewsima borî xwedî taybetmendiyeke cuda bû û zêdetirî hêza wan bû, ji ber ku baran nehat û bandoreke neyînî li zadê bejî û hilberînê kir.

Desteyê par li 26 navendan 185 hezar ton tov ji cotkaran wergirt, lê dihat payîn ku derdora 500 hezar ton were wergirtin.

Têkildarî vê yekê Barûdo got bi rêya komîte, gerînendetiyên çandiniyê û yekitiya cotkaran lêçûna her donimekî û diyarkirina buhayê wê hate zelalkirin û tevî ziwabûna herêmê jî, lê wan tov ji cotkaran bi hezar û 150 lîreyê Sûriyê wergirt.

 ‘35 HEZAR TON TOV LI COTKARAN HATE BELAVKIRINꞌ

Şîrketa Pêşxistina Civata Çandiniyê tovê genim ê li navenda xwe wergirtiye, dezenfete kir da ku kîloya wê bi hezar û 200 lîre bide cotkaran.

Barûdo destnîşan kir ku lêçûna dezenfektekirina her kîloyekê û buhaya kirîna wê ji cotkaran, gihaşt derdora hezar û 450 lîreyî, ruxmî vê yekê wan bi buhayekî guncaw ku hezar û 200 lîre bû, da cotkaran da ku qada çandiniyê baş bibe.

ꞌHEWCEDARÎ BI 60 HEZAR TONAN HEYE’

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê hewcedariya herêmê bi 60 hezar ton tov heye, heta niha tenê 35 hezar ton jê hatiye çandin. Lê gelek cotkaran li gorî pêwîstiya xwe tov bi dest nexistine û gazinan ji vê yekê dikin. Li ser vê yekê Selman Barûdo ev nirxandin kir: "Rawestandina belavkirinê bi sedema parastina para stratejîk û rakirina hewcedariya bi ard bû, ji ber ku ev jî girîng e."

Barûdo got, di salên derbasbûyî de gelek cotkaran miqdarek ji hilberînên xwe radikirin da sala bê biçînin, lê ji ber ku hilberîn kêm bû, nekarîn rakirin û pêwîstiya bi tovê dezenfetekirî yên ji gerînendeyên çandiniyê zêdetir bû.

Li gel genim jî Şîrketa Pêşxistina Civakata Çandiniyê ji herêmên dûrî xeta dehan (Xeta Eşra) derdora 6 hezar ton ceh ji cotkaran re dabîn kir. Ev herêm li gorî belavkirina herêmên çandiniyê yên ku bi şilayî û erda xwe ya baş tê naskirin, hate binavkirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê da zanîn ku rûbera ku tê payîn di vî mewsimî de were çandin, dê bigihêje 30 milyon hektar. Barûdo îşaret pê kir ku ew piştgiriya qada çandiniyê dikin da mewsim baş were.

ꞌJI COTKARAN RE DÊ SEMAD Û MAZOT WERE DABÎNKIRINꞌ

Semad ji madeyên ku Desteya Çandiniyê ji cotkaran re peyda dike, lê ji ber ku nirxê kirîna wê buha ye û deste bi dolaran dikire, li gorî nirxê lêçûnê dan cotkaran. Selman Barûdo diyar kir ku wan miqdarekî baş ji semadê peyda kirine û niha li depoyên wan in.

Selman Barûdo têkildarî nirxan wiha axivî: "Her kes dizane li herêmê kargehên me yê semadê tune ne û em neçar dimînin ji derve bixwazin, ji lew re em li gorî nirxê lêçûnê didin. Niha jî me her tonek semada Super Fosfat bi buhaya 500 dolarî û semada Urea bi 450 dabîn kiriye."

ꞌQUTKIRINA AVA FIRATÊ XETEREYEKE MEZIN Eꞌ

Herêmên derdora ava Firatê bi çandina sebze û hilberînên sûdwer tê naskirin, lê ji ber ku dewleta Tirk ava Firatê qut kiriye û rêjeya para Sûriyê kêm kiriye, gelek cotkaran çandinî nekir û hinan jî rûbera çandiniyê kêm kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku kêmkirina rêjeya ava Firatê, ji qada çandiniyê re xeteriyeke mezin e.

Selman Barûdo diyar kir ku ew cotkaran teşwîqî çandiniyê dikin ji ber ku xwedî girîngiyeke mezin e û wiha dewam kir: "Di halê hazir de garis yek ji hilberînên sereke ye û em berhemên cotkaran werdigirin, da li kargehên zeytê hilberîn hebin û ji ber ku li herêmê wekî êmê pez tê bikaranîn."

26’ê Çileya 2021`ê Desteya Aboriyê bi çavdêriya Şîrketa El-Hesen li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê Golden Rose, yekemîn kargeha zeytê vekir.

Li kargehê zeyt ji pembo, gulberoj, soya û kunciyan derxistin.

(eh)

ANHA