‛Divê komîteyeke lêpirsînê ji bo belgekirina sûcên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê were avakirin’

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Firatê Azad Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî, sûcên şer pêk tîne, li ser vê yekê divê komîteyeke şopandina rastiyan were avakirin da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê belge bike.

‛Divê komîteyeke lêpirsînê ji bo belgekirina sûcên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê were avakirin’
23 mijdar, 2021   04:15
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike, lê piştî di gelek cengan de bi bin ket, li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne.

Artêşa Tirk gelek caran bi çekên kîmyewî êrişî nuqteyên gerîlayan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye û li ser vê yekê Navenda Ragihandin û Çepemeniya HPG`ê ragihandibû ku ji Nîsanê û heta Cotmeha derbasbûyî ve artêşa Tirk 323 caran bi çekên kîmyewî êrişî nuqteyên gerîlayan kiriye.

/kr/uploads/files/2021/11/22/205647_-.webp

Têkildarî vê yekê endamê Yekitiya Parêzerên Herêma Firatê û Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzer Azad Ebdî axivî û got: "Dewleta Tirk dewleteke dîktator e û kiryarên derexlaqî, derqanûnî û yên li dijî mîsaqên navneteweyî pêk tîne. Her wiha di pêvajoya dîrokê de li dijî gelê Kurd çi li hundirê Tirkiyê be yan jî li derveyî wê be siyaseta qirkirin û înkarkirin an jî tunekirinê dide meşandin."

Azad Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk destwerdana dewletên cîran dike û sûcan pêk tîne, ji wan Sûriye û Iraqê.

Di 1899`an de qanûnên navneteweyî di peymana qedexekirina çekên kîmyewî de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kir û di 1993`yan de derdora 30 dewletan li ser vê peymanê mohr kir, ji wan dewleta Tirk e.

Parêzer Ebdî têkildarî vê peymanê wiha axivî: "Dewleta Tirk ji dewletên ku li ser peymana qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî mohr kiriye, lê dîsa jî bendên wê peymanê bin pê dike, destwerdana dewletên cîran dike û çekên kîmyewî li dij wan pêk tîne."

Azad Ebdî piştrast kir ku dewleta Tirk ew peyman bin pê kir û hîn jî didomîne, isbata vê yekê li pêşberî çavên cîhanê li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî çekên kîmyewî bi kar anîn û zarokê bi navê Mihemed şahidê vê yekê ye.

Azad Ebdî da zanîn ku dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gerîlayên li çiyayê Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tine, belge û isbata vê yekê hene.

Endamê Yekitiya Parêzerên herêma Firatê Azad Ebdî bal kişand ser avakirina komîteyeke taybet bi şopandina rastiyan û wiha dewam kir: "Divê komîteyeke şopandina rastiyan a girêdayî rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî derbasî herêmên ku dewleta Tirk li dijî wan çekên kîmyewî bi kar anîne û nîşaneyan bibîne û li ser vê yekê raporan pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bike. JI ber ku dewleta  Tirk li wan herêman sûcên şer pêk tîne û divê li ser vê hesab jê were xwestin."

Parêzer Azad Ebdî wiha gotina xwe dewam kir: "Ne tenê ev, di bendekekî peymanê de hatiye destnîşankirin ku ger çekên kîmyewî li dewletekê hate dîtin, divê werin ruxandin."

Derbarê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne de Ebdî wiha dwî li axaftina xwe anî: "Beriya niha çavên xwe li ser piştgiriya dewleta Tirk ji DAIŞ`ê, rêxistinên terorîst û kiryarên wê yên derqanûnî yên li hemberî gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê girtin. Niha jî çavên xwe li ser bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewerî re digire, li ser vê yekê divê civata navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng nemîne."

(eh)

ANHA