Dewleta Tirk "mêvanxaneyan" ji bo tevlêbûna ciwanên Kurd ji DAIŞ`ê re bi kar tîne

MIT’a Tirk, di mêvanxaneyên ku dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ji bo baweriyên ên olî û fihûşê bi kar tîne de, hewl dide ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê tev li çeteyên DAIŞ’ê bike.

Dewleta Tirk "mêvanxaneyan" ji bo tevlêbûna ciwanên Kurd ji DAIŞ`ê re bi kar tîne
23 mijdar, 2021   02:48
KOBANÊ

Selwa Mihemed  a ji bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ye û ji tirsa ku komên çete û ewlekariya Tirkiyê zirarê bigihîne wê ev nav bi kar anî, me navê wê yê rast eşkere nekir.

Selwa Mihemed têkildarî serpêhatiya xwe wiha got: "Jiyana me serûbinî hev bû, hevjînê min rojane ji malê derdikeve û derengiya şevê vedigere malê. Dema vedigere malê jî Quranê radike û dixwîne, kêm caran bi me re diaxive. Dema ez israr dikim ku nas bikim çi pê re dibe, gefa serjêkirinê li min dixwe. Hevjînê min rihê xwe dirêj kiriye û pir hişk bûye heta tu girîngiyê jî nade ne wê, ne mal û zarokan."

Selwa Mihemed da zanîn ku wê cihê ku hevjînê wê berê xwe didiyê nas kir û wiha got: Piştî 3 sal derbas bûn, nêzî mehekê heye min zanî hevjînê min diçe mêvaxnayeke nêzî taxa me û ew mêvanxane ji kesên xwedî fikirê DAIŞ’ê û îdeolojiya wan re eye. Hevjînê min êdî bûye DAIŞ."

Li gorî agahiyên ajansa me ji Selwa Mihemed bi dest xistine, mêvanxane li taxa " Devteyştî" a li bakurê rojavayê bajarê Rihayê ye. Ji 2014’an ve gelek alîgirên DAIŞ’ê berê xwe didin wê mêvanxaneyê û her roja înê piştî nimêja nîvro tê de dicivin.

ꞌJINAN JI BO FIHÛŞÊ BI KAR TÎNINꞌ

Selwa Mihemed diyar kir ku beşek ji van mêvanxaneyan jinên sûrî yên ji herêmên Heleb û Idlibê xwe lê digirin, hejmara wan jî derdora 14 jinan e. Ev jin wekî diyariyan ji mêran re têne pêşkêşkirin, ew yek jî li ser rêbaza DAIŞ’ê ya xwe dispêre "rêya cîhadê" pêk tê.

Selwa Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: "Li gorî min bihîstiye, têkiliya hevjînê min bi jineke Ereb re ku ji bajarê Helebê ye û temenê wê di navbera 30-35`an de heye. Her wiha bi dehan kesên berê xwe didin mêvanxeyan mîna hevjînê min e."

ꞌDESTHILATA TIRK ÇAVÊN XWE LI SER KIRYARÊN DAIŞ`Ê DIGIREꞌ

Desthilata Tirk li hundirê bajarên Tirkiyê çavên xwe li ser liv û tevgera komên qaşo nûnertiya îslamê dikin, di serî de DAIŞ`ê digire. Isbata vê yekê jî girtinên sexte yên ji DAIŞ`ê re ku asta kiryarên DAIŞ`ê yên li Bakurê Kurdistanê û dewleta Tirk nîşan dide.

Têkildarî mijarê Selwa Mihemed ev tişt got: "Ez çûm navendeke ewlekariyê ya li Rihayê da kiryarên hevjîn û mêvanênxaneyan ji wan re bidin xuyakirin, lê yekî ji ewlekariyê ji min re got, xwişkê biçe mala xwe û di vê yekê de neaxive, agahiyên dewletê ji wan mêvanxaneyan heye û çavên xwe li ser wan digire."

Ev kiryar li hemberî siyaseta qirêj a ku dewleta Tirk bizanebûn li bajarên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê dide meşandin, xeteriyê çêdike.

ꞌTÊKILIYÊN DAIŞ`Ê Û DEWLETA TIRKꞌ

Nûnerê amerîkî yê taybet bi Rojhilata Navîn û Afrîka Brett McGurk piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bi tiwtterekê gotibû, dewleta Tirk di navbera 2014-2016`an de 40 DAIŞ`iyên ji 110 dewletên cîhanê, derbasî Sûriyê kirine.

Dewleta Tirk sînorê xwe li pêşiya bi hezaran DAIŞ`î vekir, her wiha di şerên sînorî de, ji wan şerê Kobanê ku 2014-2015 bû, çek û lojîstîk ji çeteyan re derbas dikir.

Di encama operasyona îstixbaratî ya di navbera Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê de, serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî Cotmeha 2019`an li herêma Idlibê ya di bin kontroka dewleta Tirk de ye hate kuştin.

Îstixbarata Yekitiya Ewropa 13`yê Cotmeha derbasbûyî raporeke nepenî ragihandibû û tê de AKP`ê tawanbar kiribû ku wê DAIŞ erkdar kiriye ku komkujiya Enqere ya 2015`an pêk bîne, li ser vê yekê 103 kes hatibûn kuştin. Ev jî têkiliyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk nîşan dide.

Balafira bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî 23`yê Cotmeha derbasbûyî serçeteyekî DAIŞ`ê Sebahî Îbrahîm "Ebû Hemze El-Şihêl" û du nobetdarên wî li gundê Idwaniyê yê gundewarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, kuştin.

Ev yek piştî çend rojan ji operasyona artêşa amerîkî pêk hatiye ku di encamê de çeteyê bi navê Ebdulhemdî Metir ê serçeteyê "Rêxistina Heres El-Dîn" a girêdayî El-Qaîde hate kuştin, pêk hat.

(eh)

ANHA