​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2021
23 mijdar, 2021   00:00

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Samir El-Elî oxir dike. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- MIT’a Tirk, di mêvanxaneyên ku dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ji bo baweriyên ên olî û fihûşê bi kar tîne de, hewl dide ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê tev li çeteyên DAIŞ’ê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelek endamên Meclisa Rûspiyên herêma Firatê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dewleteke terorîst e û ‎bi êrişên xwe yên digel bêdengiya navneteweyî de armanc dike ku kurdan tune bike. Her ‎wiha bang li gelê kurd kir ku li hember gef û êrişên dewleta Tirk bibin yek û hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelek hunermendên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, diyar kir ku rûxandina peykerê çerxerêya Newroz ji hêla dewleta Tirk ve hişmendiya wê ya dijbertiya hemû gelên herêmê re nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Parêzer û endamê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Firatê Azad Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî, sûcên şer pêk tîne, li ser vê yekê divê komîteyeke şopandina rastiyan were avakirin da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê belge bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- "Yê ku hevkariyê bi Tirkiyê re dike, lawê min be jî, xayîn e”, bi van gotinan malbatên çeteyên Roj mixabiniya xwe li ser beşdarbûna zarokên wan di êrişên li dijî HPG`ê de anîn ziman û dan xuyakirin ku ev xiyanet wan pir diêşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hemdan Ebid dubare piştrast kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga lidarxistina diyalogên bi hikumeta Şamê re dike, da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin. Hemdan Ebid diyar kir ku hin kes banga Rêveberiya Xweser wekî lawaziyekê dibînin, lê di rastiyê de ew ji bo parastina gel, xak û gel e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeya Sirîn şanoyeke di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de li dar dixe. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kombûna Jinên Zenobiya li Minbicê semînerekê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jInan a Cîhanê li xeta gundên Yastê û Heyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Boruya Têkiliyan a Kongreya Star Zeyneb Mihemed teqezî li ser girîngiya bilindkirina têkoşînê li hemberî şoreşa dijber ku dixwaza pêşketina jinan a ji bo bidestxistina mafên  xwe asteng bike, kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Hewldana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, li gel êrişên PDK'ê ev 7 meh dewam dike. Hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê ya stratejîk hewl dide bi plana tesfiyekirina PKK'ê encamekê bi dest ve bîne.

CÎHAN

-Di hewldanên başbûna têkiliyên misirî-tirkî de gelek derengî heye, her wiha Misirê teqez kir ku dewleta Tirk vê yekê dereng dixe û di xerabkirina herêmê de berdewam e, gelo ev hewldan gihaştin ku derê? Û nakokî di ku de ye? (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" di roja 4’an de li Kobanê berdewam e. saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kir ku sedema rawestandina belavkirina tovan li cotkaran ew e ku depokirina stratejî a genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, lê dîsa jî Rêveberiya Xweser heta dawiyê piştigiriya welatiyan dike da mewsim baş bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA