QSD: Rojnameya The Guardian kete xefka sextekariyê

Navenda Ragihandina QSD’ê da zanîn ku rojnameya The Guardian a brîtanî raporeke derew tevî belgeyeke sextek belav kir û tê de îdia dike ku girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li beramberî dayîna pereyan hatine berdan.

QSD: Rojnameya The Guardian kete xefka sextekariyê
22 mijdar, 2021   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser bersivdana rapora rojnameya The Guardian a brîtanî Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin:

"Rojnameya The Guardian a brîtanî raporeke derew tevî belgeyeke sexte belav kir û tê de îdia dike ku girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li beramberî dayîna pereyan hatine berdan. Lê tevî me ew rapor derewand û me berê ji rojnameyê re got ew belge sexte ye, lê dîsa jî rojname kete xefka sextekarî û şahidên derew û israr kir ku raporê tevî belgeya sexte belav bike.

Me jî peyamek ji rêveberiya rojnameyê re şand û beriya ew hûrgirliyên sextekariyê ku ketiye xefka wê belav bike, em li benda bersiva wê ne."

(fr)

ANHA