Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dijî tundiya li ser jinan li dar xist

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê panelek bi diruşma "Bi hev re em tundî û dagirkeriyê têk bibin" li dar xist.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dijî tundiya li ser jinan li dar xist
22 mijdar, 2021   16:55
MINBIC

Panel li hola Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li dar ket, di panelê de endamên saziyên sivîl û saziyên taybet bi jinan ên Minbic û gundewarên wê beşdar bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre sînevîzyonek li ser şehîd Hevrîn Xelef hat pêşandan û tê de behsa tundiya hovane ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şehîd Hevrîn Xelef pêk anîne, hat kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/22/160852_mjls-almrah-lhzb-swrya-almstqbl-ynzm-ndwh-lmnahdhh-alanf-dhd-almrah-283084685829-.webp

Piştre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li ser beşa civakî axivî û destnîşan kir ku diyardeya tundiyê ya li dijî jinan pêk tê ji gelek şêwe û cureyan pêk tê.

Berdevka meclisê da zanîn ku divê ew di avakirina civaka rast de ku tê de şêweyên tundiya li dijî jinan tune ye bibin xwedî hêmanekî aktîf da ku jiyana hevbeş pêk were.

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Fetweyê ya Minbicê Eymen Mihemed  beşa şerî şîrove kir û îşaret bi mijarên olî, maf û cihê jinan di îslamê de, pêkanîna tundiya li dijî wê û rola wê di civaka îslamê de kir.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo li ser beşa qanûnî axivî û tê de behsa qanûnê kir û helwesta xwe ji avakirina qanûnên têkildarî jinan nîşan da, ku divê mafên jinan di civakê de misoger bibe.

Panel bi nîqaşên beşdaran têkildarî her sê beşan bi dawî bû.

(fr)

ANHA