Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî

Meclisa navçeya Girkê Legê û bajarokê Mistefawiyê du civînên cuda li dar xistin ku axaftin û perspektîfên rêber Ocalan guhdar bikin, li aliyekî din jî şêniyên bajarokên Hîlwe û Til Marûf ên navçeya Tibespiyê têkildarî salvegera damezrandina PKK’ê pîrozbahî li dar xist.

Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
Li Qamişlo bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahî
22 mijdar, 2021   17:19
QAMIŞLO

GIRKÊ LEGÊ

27’ê Mijdarê salvegera damezrandina 43’yemîn a PKK’ê ye, têkildarî vê yekê Meclisa Gel a navçeya Girkê Legê û Mistefawiyê du semînerên cuda ji bo guhdarkirina li axaftin û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan li dar xistin.

Meclisa Girkê Legê li Sandîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlanê bi beşdariya bi dehan şênî û endamên saziyên civaka sivîl li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre sînevîzyonek têkildarî axaftin û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser damezrandina PKK’ê hat pêşandan.

Li bajarokê Mistefawiyê ya girêdayî Girkê Legê jî civînek hat lidarxistin, tê de bi dehan şênî beşdar bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamên meclisê sînevîzyonek têkildarî perspektîfên rêber Ocalan pêşan da.

Her civîn bi diruşmên silavkirina têkoşîna rêber Ocalan bi dawî bûn.

TIRBESPIYÊ

Girêdayî heman mijarê Meclisa bajarokên Hîlwe û Til Marûf ên Tirbespiyê bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîrozbahiyek li dar xist. Pîrozbahî li gundê Xerîce hat lidarxistin û cihê pîrozbahiyê bi wêneyên rêber Ocalan û alên PKK’ê hat xemilandin.

Pîrozbahî bi axaftina endama Kongreya Star Fehîme Temo dest pê kir. Fehîme Temo salvegera damezrandina PKK’ê li tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û wiha got: "PKK’ê ji destpêkê ve ji bo parastina mafên gelên azadîxwaz xwe bi rêxistin kir. Ji ber li dijî gel siyasetên çewisandina azadî û nasnameyê pêk dihatin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tibespiyê Hediye Şemo da zanîn ku derbasbûna 43 salan di ser damezrandina PKK’ê re ne gaveke hêsan bû. Ji ber damezrandina wê li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bû. PKK’ê di oxira rizgarkirina gel de bi hezaran şehîd û birîndarên ji tevahî Kurdistanê da.

Piştî axaftinan gelek hunermendan stranên şoreşgerî gotin û şêniyan dîlan gerand.

(fr)

ANHA