Li Kobanê pîrozbahiyên salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê dest pê kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê dest bi rêzepîrozbahiyna li herêmên Firatê kir.

Li Kobanê pîrozbahiyên salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê dest pê kirin
Li Kobanê pîrozbahiyên salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê dest pê kirin
Li Kobanê pîrozbahiyên salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê dest pê kirin
Li Kobanê pîrozbahiyên salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê dest pê kirin
Li Kobanê pîrozbahiyên salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê dest pê kirin
22 mijdar, 2021   16:43
KOBANÊ

Pîrozbahî li gundê Qeremûx ê 15 kîlometre dikeve rojhilatê Kobanê ku girêdayî navçeya Şêran e li dar ket. Di pîrozbahiyê de bi sedan şênî, endamên saziyên li navçeya Şêran û PYD’ê beşdar bûn.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevseroka Meclisa Melabatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşe Efendî, cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeya Şêran Letîfe Silêman axivîn û salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê li gelê Kurd pîroz kir. Her wiha teqez kir ku vê partiyê gelê Kurd vejand û ber bi azadî û serkeftinê ve dibe û bang li bilindkirina têkoşînê kir, da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bê.

Piştî axaftinê ciwanan di ber stranên şoreşgerî yên Kurd re dîlan gerandin.

Tê payîn sibe heman pîrozbahî li navçeya Qenayê li dar keve û di rojên bê de li navçeyên Sirîn, Eyn Îsa û Kobanê li dar kevin.

(fr)

ANHA